Gefa mirinê li karîkaturîstên Kurd tê xwarin

Li Îranê, karîkaturîst Atena Farghadanî û wênevan Atena Daemî yên Kurd, ji ber wêneyên xwe yên ku sîstem rexne dikir, gefa mirinê li wan tê xwarin.

Ji hunermendên ku rejîm zextê lê dike karîkaturîst Atena Farghadanî beriya niha bi demeke kin hatibû berdan. Lê niha jî gefa mirinê lê tê xwarin. Wênevan Atena Daemî jî li girtîgehê di greva birçîbûnê de ye.

Her du hunermendên jin Kurd û rewşeke rasthatî jî be navê wan yek e. Her du jî bi xêzik û wêneyên xwe li ber sîstemê radibin û ji ber vê yekê jî xwe ji dayina berdêlan venagirin.

ATENA FARGHADANÎ

'Sûc'ên parêzvana mafên mirovan, femînîst û karîkaturîst Atena Farghadanî bi jimartinê naqedin; çêkirina karîkaturan, rabûna li ber qedexekirina kontrola welidînê, hevdîtina bi malbatên girtiyên siyasî re û hwd... Atena, roja 23'ê Tebaxa 2014'an piştî ku bi malbatên girtiyên siyasî re rûnişt û li ser vê yekê karîkaturek çêkir, ev karîkatura wê li medya civakî hate weşandin û bi vê yekê re bû hedef. Hate binçavkirin û girtin. Atena di vê karîkatura xwe de bal dişand ser rastiya dewlet-zindanê û rêveberên rejîmê jî bi fîgurên 'heywan' nîşan da.

Atena Farghadanî 2 mehan li Girtîgeha Evînê hat girtin û 6'ê Mijdara 2014'an bi kefaleteke gelekî zêde hate berdan. Kanûna 2014'an dîmenekî ku şert û mercên binçavkirinê yên li Girtîgeha Evînê nîşan dide û şermezar dike li YouTube weşand. Li ser vê yekê, 10'ê Çileya 2015'an careke din ahte girtin.

Li dijî binçavkirin û kiryarên xerab, 9'ê Sibata 2015'an dest bi greva birçîbûnê kir. Piştî "Krîza dil û çûyîna hişê wê ji bo demeke kurt" 26'ê Sibatê rakirin nexweşxaneyê. 3'ê Mijdara 2016'an cezayê Atena ji aliyê dadgeha temyîzê ya Tehranê ve hate kêmkirin û hat berdan. Atena li dijî sîstema ku bedena jinê veguherandiye amûreke hilberînê, bi karîkaturên xwe mûxalefetê dike. Her wiha bi sûcdariya "heqaret li lîderê mezin ê Îranê dike" gefa kuştinê lê tê xwarin.

JI DAEMÎ AGAHÎ NAYÊ GIRTIN

Aktîvîsta polîtîk û wênevan Atena Daemî jî mîna hemnava xwe, yek ji wan jinên ku 'sûcên giran' kiriye. Raya giştî yekemcar Atena bi wêneyên wê yên li ser koçberî û şer û alîkariya ji bo zarokên Kobanê û Xazeyê nas kir. Atena Daemî yekemcar Cotmeha sala 2014'an ji ber karên xwe yên polîtîk hate girtin û ew şandin Girtîgeha Evînê. Adara 2015'an bi darizandina 15 deqeyan Dadgeha Şoreşê ya Tehranê 14 sal cezayê girtîgehê li Atena birî. Îlona 2016'an Dadgeha Temyîzê ya Tehranê ve ceza daxist 7 salan.

Atena 8'ê Nîsanê li dijî îşkence û kiryarên xerab dest bi greva birçîbûnê kir û ev çalakiya xwe 31'ê Gulanê qedand. Têkiliya malbatê bi temamî bi Atena re hatiye birîn. Her wiha ji ber pirsgirêkên tenduristiyê ku ji ber greva birçîbûnê rû da, agahî ji Atena nayê girtin.