Li Pûglîayê semînerên jineolojiyê

Li sê bajarên herêma Pûglîa ya Îtalyayê, semînerên jineoloiyê hatin dayin. Ciwan û jinan pêwendiyeke taybet ji bo semîneran diyar kirin. Di semîneran de danasîna projeya gundê jinan a li Rojava Jinwarê jî hate kirin.

Jineolojî ya ku li dijî pergala zilamserweriyê zanîna yekere ye ku nerazîbûnên jinên lê dicive, li Ewropayê ji hêla hin beşên civakî ve bi pêwendiyeke taybet tê pêşwazîkirin. Bi mebesta danasîna Jinolojiyê vê carê jî li 3 bajarên cihê yên Îtalya, li herêma Pûglîayê semîner hatin dayin. Bername ji hêla insîyatîva bi navê Exit Kolekfîf û No Tab ve hate amadekirin ku rêxistiniya hevpar a ciwanên anarşîst û komunîstên herêmê ne.

'TÊORÎ Û PRATÎK DI NAV HEV DE..'

Rêze semîner 24'ê Tîrmehê li Taranto, 25ê mehê li Melandunîo û 26'ê Tîrmehê jî li Bariyê pêk hat. Pêwendiyeke xweş a ciwan û jinan ji bo semîneran hebû. Di semîneran de li ser navê Komîteya Jineolojiyê ceribandinên Tevgera Jina Kurd hate parvekirin.

Li ser navê Komîteyê Zîlan Diyar ragihand, ku jineolojî bi tecrûbeyên Tevgera Jina Kurd pêk hatiye û got, jineolojiyê têorî û pratîk kiriye nav hev. Her wiha der barê metodolojî û kanên ku jê sûd werdigirin ên jineolojiyê jî agahî hate dayin. Di semîneran de vîdeoyeke bi danasîna gundê jinan Jinwar hate nîşandan.