Parlamentera Sêrtê ya HDP'ê Besîme Konca, êvara 29'ê Tîrmehê ji Girtîgeha Kandirayê hate berdan. Piştî ku hate berdan, tevlî Nobeda "Wijdan û Edaletê" ya li Amedê bû û der barê berdana xwe, çalakiya nobedê û têkoşîna jinê de ji ANF'ê re axivî.
Konca diyar kir, ku ew bi rengekî ne hiqûqî hatine girtin, lewma ne li benda encameke hiqûqî ne û destnîşan kir, binçavkirin û girtin wê nikaribin çavê wan bitirsînin û serbestberdanê jî divê weke gaveke erênî neyê dîtin.
'CIHÊ ÇALAKIYA NOBEDÊ WEKE GIRTÎGEHEKE KIŞIV E'
Têkildarî çalakiya nobedê jî Konca got, "Em îro li vir in. Nobeda me ya Wijdan û Edaletê dewam dike. Me ti carî mûxalefeta xwe, têkoşîna xwe di nava şert û mercên asayî de nemeşand. Hemû çalakiyên me, gotinên me di nava dorpêçiyê de hatin kirin, hatin bilêvkirin." Konca da zanîn, ku ew ji girtîgeha girtî derketiye û niha ketiye girtîgeha kişiv û anî ziman, ew ê di nava van şert û mercan de berxwedana xwe bidomînin.
'MECLÎS VEGUHERANDIN DADGEHA EWLEKARIYÊ YA DEWLETÊ'
Konca da zanîn ku meclîs jî veguheriye girtîgeheke kişiv û ragihand, li holê meclîseke heye, ku ji bo demokrasiyê qanûnan dernaxîne, lê şîdet di asta herî bilind de lê heye. Konca destnîşan kir, ku bi Qanûna Rêziknameya Navxweyî re meclîs veguheriye Dadgeha Ewlekariya Dewletê.
'BENDÊN HATINE DANÎN NÎŞAN DIDIN KU EM MAFDAR IN'
Di dewama axaftina xwe de Besîme Konca diyar kir, ku bendên dewletê daniye navbera gelê Amedê û wekîlan nîşan didin, bê têkoşîna wan çiqasî mafdar e û wiha dewam kir:
"Hebûna ewçend bend û bi hezaran polîsan nîşan dide ku çalakiya tê kirin çiqasî rast e û pêwAîst e. Ev yek rewabûn û pêwîstiya vê çalakiyê radixe pêş çavan."
Konca bibîr xist ku çalakiya nobedê wê li Îzmîr, Stenbol û Wanê dewam bike û got, parlament girtî be ew ê parkan, kolanan, meydanan veguherînin qada meclîsê.
'ÇALAKIYA NOBEDÊ DÎROKÎ YE'
Konca da xuyakirin, ku di nava dorpêçiyê de hewl tê dayin dengê wan bê birîn, ji gel bê îzolekirin, lê tevî vê yekê jî çalakiya wan dîrokî ye û destnîşan kir, ku bi 1'ê Îlonê re wê çalakiyên wan hê mezintir bibin û veguhere çalakiya hevpar ku gelên Tirkiyeyê cih di nav de digire. Konca anî ziman, ew hestyarî û berpirsyariya ku gel nîşanî meşa edaletê da, li bendê ne ku nîşanî nobeda Wijdan û Edaletê jî bidin. Konca anî ziman ku têkoşîn hêsan nîne û destnîşan kir, ku AKP riziya ye, têk çûye û niha hewl dide ser vê rastiya xwe binixumîne. Konca got, "Yên bi ser bikevin, wê em bin."
'JIN WÊ BI ROLA PÊŞENGIYÊ RABIN'
Besîme Konca ragihand, jin li dijî faşîzmê ti carî kolan neterikandine û bi rengekî çalak wê ji 1'ê Îlonê heta 25'ê Mijdarê bi rola pêşengiyê rabin. Konca diyar kir, jin wê bi biryardariyeke mezin vê pêvajoyê bimeşînin û bikin ku ji bo gelan û demokrasiyê encameke erênî bi xwe re bîne.