TAJÊ Ewropa ji bo çalakiyên 3-5'ê Tebaxê banga tevlîbûnê kir
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ya Ewropayê ji bo çalakiyên 3 û 5'ê Tebaxê yên li Ewropayê bi wesîleya 3. salvegera komkujiya Şengalê bên lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ya Ewropayê ji bo çalakiyên 3 û 5'ê Tebaxê yên li Ewropayê bi wesîleya 3. salvegera komkujiya Şengalê bên lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
Di destpêka daxuyaniya nivîskî ya TAJÊ de hat gotin, "Em TAJÊ Ewropa, hemû cangoriyên 74 Fermanan û yên tevahiya şoreşa Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînîn, ji bo rizgarkirina jinên Şengalî têkoşîna xwe ya asta herî jor de didin meşandin û berxwedana YJŞ û YBŞ silav dikin."
TAJÊ Ewropa ragihand, ku vê qirkirinê di heman demê de nîşanî dan daye, ku bê parastin, bê xweseriyê nikarin hebûna xwe biparêzin û destnîşan kir, ku di vê demê de bi rêxistinbûna xwe ya xweser wan bersiv dan vê qirkirinê.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Bi taybetî ji bo tolhildana fermana Şengalê û rizgarkirina jin û zarokên Êzîdî pêşengtiya jinên Êzîdî di asta herî bilind de diyarker e. Rojane nûçeyên rizgarkirina jinên û zarokên Êzîdî ji aliyê hêzên parastina Şengalê û Jinê YBŞ û YJŞ tên parve kirin. Ew jina Êzîdî ku bi darê zorê hate kolekirin li Reqayê êdî heman jina êzîdî ye ku bi parastina xwe ya cewherî tevlî rizgarkirina tevahî jinên Êzîdî ya li Reqqayê dibe. Ev kêliyên dîrokî berhemên şoreşa jinê ya li Şengalê ne. Ji lewra jî li vir dubarê xwe îspat dike ku bi tenê jina Êzîdî wê bikaribe xwe ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bike, pergala xwe ya xwerêvebirinê li ser hîmê azadiya xwe ve bide ava kirin û ber bi civakek azad û demokratîk ve bimeşe."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku ew TAJÊ Ewropa li ser van esasan li hemû bajarên Elmanya û dewletên Ewropayê bi hemwextî bi TJK-E re roja 3'ê Tebaxê çalakiya rêzgirtinê saet di 11:15'an de lidar bixin.
TAJÊ Ewropa diyar kir, li derveyî vê, wê rêze çalakiyên; mîtîng, semîner û civînên bîranînê jî werin lidarxistin û got, "Wekî din roja 5'ê Tebaxê hem meşên navendî li bajarê Celle yê Elmanyayê û yên xwecihî bi slogana 'Bi civakek demokratîk ber bi Şengala xweser û azad ve' bi pêşengtiya jinên Kurd tên lidar xistin. Di heman demê de bi slogana 'Me jinên dîlgirtî ji bîr nekir û ji bîr nakin. Azadiya Jinên Şengalê Azadiya me ye' roja 3'ê Tebaxê bi şaredariyên bajaran ên welatên Ewropa di serî de Elmanyayê, Fransa, Îngilistan hwd. çalakî tên lidarxistin. Gelek rêxistinên, sazî û platformên jinên biyanî piştgiriyê didin van çalakiyan.
Ji ber vê em bang li jinên cîhanê dikin, 3'ê Tebaxê wek roja navneteweyî ya çalakiya li dijî qirkirina jinê bigrin dest û di vê rojê de bi çalakiyên cîhereng balê bikşînin ser rewşa jinên Şengalê yên qetilkirî, dîlgirtî û kolekirî."
Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin, ku wê plansaziya çalakiyan di demeke nêz de bi berfirehî bê eşkerekirin.