Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û komkujiya Şengalê di salvegera 3. de şermezar kir. TJK-E bal kişand ser komkujiyên ji aliyê sîstema serdest a mêr ve hatine kirin û wiha dewam kir: "Di ser hewldana qirkirinê ya Şengalê re sê sal derbas bûn, ku bi destê hêza lêdanê ya sîstema serdest a mêr DAIŞ'ê ve hate kirin. Beriya her tiştî, em mirovên ku di vê êrîşa ku ji aliyê civaka me ya Êzidî ve weke fermana 74'an tê binavkirin de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bibîr tînin. Em jin û mêrên leheng ên Şengalê, ku li hemberî qirkirinê li ber xwe didin û xweparastin û rêxistinbûna xwe afirandine, silav dikin."
XWESTIN LI ŞENGALÊ JINAN QIR BIKIN
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, komkujiya li Şengalê hate kirin qirkirina jinê ye û hat ragihand, ku jin bi rengekî rêk û pêk bûne hedef. Di dewama daxuyaniya TJK-E de hat gotin, "Bi qasî 5 hezar jinên Êzidî bûn êsîrê DAIŞ'ê. 3 hezar jinên Êzidî li benda rizgarkirinê ne. Jinên bi têkoşîna hêzên YPJ û YJŞ'ê hatin rizgarkirin, wê emrê xwe yê ji niha û pê ve bi vê travmayê bijîn."
TJK-E destnîşan kir ku tevî hemû êşên hatine kişandin jî jinên Kurd wê di binê van êş û azaran de nefetisin û got, "Lê belê tevî vê yekê jî divê kes nekevin nava xefletê û nebêjin, wê gel û jinên Kurd di binê vê êşê de bieciqin, qels bibin. Ji ber ku gelê Kurd gelekî xwe ji xweliyên xwe afirandiye. Jinên Kurd çirûskên gelê Kurd e, ku ji nava xweliyê pê dikevin. Jinên Êzidî jî bi berxwedana xwe ev agirê berxwedanê gur kirin."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, jinên Kurd hînî hilanîna tolê bûne û hat gotin, bi biryardariya li hemberî pêşmergeyên PDK'ê yên jinên Kurd bi tenê hiştin, jinan xwe bi rêxistin kirine û xweparastina xwe afirandine.
'YJŞ HÊVIYA HEMÛ JINAN E'
TJK-E bibîr xist, ku jinên Êzidî hêza xweparastinê ava kirine û got, "Hêzên YJŞ'ê ku hejmara wan roj bi roj zêde dibe, ne tenê ji bo jinên Êzidî, lê ji bo hemû jinên di nava zilma DAIŞ'ê de ne, bûye hêviya rizgariyê. Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî, hem li Ewropayê hem jî li Şengalê veguherî vîna jinan. Jinên Êzidî bi berxwedana xwe nîşan dan, ku wê nebin mexdûrê komkujiyên bi vî rengî. Lê belê hêvî û bendewariya wan ji mirovahiyê ew e, ku 3'ê Tebaxê bikin roja çalakiyê ya li dijî Qirikrina Jinê."
TJK-E diyar kir, ew Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê heta dawiyê piştgiriyê didin berxwedan û daxwazên jinên Êzidî û wiha dewam kir:
"Ne destekvanê berxwedana wan, em ê weke parçeyek ji berxwedana wan têbikoşin ji bo ev komkujî weke qirkirina jinê bê qebûlkirin. Heta ku jineke bi tenê ya Êzidî di nava lepên DAIŞ'ê de nemîne, rêgeha têkoşîna me diyar e. Rêxistinbûneke bê sînor, berxwedan û azadî ye. Di salvegera 3. a komkujiyê de, em bi dirûşma 'Komkujiya Şengalê ji bîr nekin! Azadiya jinên Şengalê azadiya mirovahiyê ye' çalakî û xwepêşandanên xwe zêdetir dikin. Em bang li hemû jinan dikin, ku roja 3'ê Tebaxê li Elmanya, Îngilîstan, Swêd, Danîmarka, Fransa, Belçîka û Hollandayê, 5-6'ê Tebaxê jî li Swîsreyê tevlî çalakiyên ku bi tevgera jinên Kurd û saziyên jinan ên li Swîsreyê tên lidarxistin, bibin û berxwedanê geş bikin."