Jin wê li Den Haagê qirkirina 3'ê Tebaxê protesto bikin

Meclîsên Jinan ên li Hollandayê amadekariyan dikin, ku êrîşên qirkirinê yên çeteyên DAIŞ'ê li Şengalê li dijî Êzidiyan kirin, di salvegera sêyemîn de şermezar bikin.

Meclîsên Jinan ên Hollandayê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û bibîr xist, ku di nava herikîna dîrokê de 73 ferman civaka qedîm a Mezopotamyayê li Êzidiyan rabûne.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, herî dawî Tebaxa sala 2014'an, AKP a faşîst û barbariya DAIŞ'ê êrîşî Êzidiyan kirin û hat gotin, di van êrîşan de bi hezaran Êzidî hatin kuştin, bi hezaran jin û zarok hatin revandin û hê jî di destê çeteyên barbar ên DAIŞ'ê de ne.

Meclîsên Jinan diyar kirin, tevî ku 3 sal di ser fermanê re derbas bûne jî xeterî û gefên li ser gelê Şengalê neqediyan e, dewam dikin û gotin, "Sedema vekirî ya vê yekê jî dijminatiya li Kurdan a li Rojhilata Navîn e. Civaka Êzidî, li ser rêya ji nû ve avakirina jiyanê, bi rêxistinbûneke xurt a xweparastinê dikare bi ser bikeve.

Mirovahî wê qirkirina faşîst a li Şengalê hate kirin ti carî efû neke. Em bang li jin û dostên xwe yên li Hollandayê dijîn dikin, ku xwedî li Şengal û Rojava derkevin."

Çalakiya ji bo şermezarkirina fermana Şengalê, wê li ber avahiya şaredariya Den Haagê saet di 11:00 de dest pê bike.