Kampanya me, di têkoşîna dijî faşîzmê de qonaxeke nû ye
Tevgera Jinên Azad (TJA), li dijî tecrîda li ser Ocalan û şîdeta li jinê dest bi kampanyayekê dike. Aktîvîsta TJA'yê Taşdemîr bang li jinan kir, ji bo tevlî kampanyayê bibin.
Tevgera Jinên Azad (TJA), li dijî tecrîda li ser Ocalan û şîdeta li jinê dest bi kampanyayekê dike. Aktîvîsta TJA'yê Taşdemîr bang li jinan kir, ji bo tevlî kampanyayê bibin.
Kampanya TJA'yê wê bi dirûşma "Tecrîd wê têk biçe, azadî wê bi ser bikeve", "Em ê pêşî li qirkirina jinê bigire, jiyanê azad bikin" roja 3'ê Tebaxê li Êlihê dest pê bike. Kampanya wê heta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Şîdeta li Jinê, dewam bike.
Aktîvîsta TJA'yê Nîhayet Taşdemîr li ser armanc û wateya kampanyayê ji ANF'ê re axivî.
'KAMPANYA WÊ LI ÊLIHÊ DEST PÊ BIKE'
Taşdemîr diyar kir, wê kampanyayê roja 3'ê Tebaxê salvegera qirkirina Êzidiyan bidin destpêkirin û anî ziman, kampanya bi navê "Em ê pêşî li qirkirina jinê bigirin, jinê azad bikin" wê li Êlihê dest pê bike.
Taşdemîr ragihand, ji ber rola aktîf a çeteyên fûhûşê ya li Êlihê û zêdebûna êrîşên zayendî ew li Êlihê dest bi kampanyayê dikin û wê bi çalakiyên cihêreng li çar aliyên Tirkiyeyê bi rê ve bibin. Taşdemîr got, "Em ê tevî hemû pêkhateyên xwe, çalakî û xwepêşandanên xwe heta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Şîdeta li Jinê bidomînin."
'EM Ê BI JINÊN TIRKIYEYÊ RE TEVBIGERIN'
Di dewama axaftina xwe de Taşdemîr diyar kir, ku wê kampanyayê bi giranî li bajarên Îzmîr, Stenbol, Enqere, Edene, Amed, Wan, Êlih, Mûş, Agirî, Îdir û Mêrdînê bimeşînin.
Taşdemîr da xuyakirin, ku kampanya ji aliyê TJA û pêkhateyên TJA'yê ve hatiye amadekirin û anî ziman, ew ê bi hemû rêxistinên jinan ên Tirkiyeyî, ku li ber komkujiyên li jinan û şîdeta li jinê radibin, kampanya xwe bimeşînin.
'TECRÎD WEKE PIRSGIRÊKEKE JINÊ DERDIKEVE PÊŞ'
Taşdemîr diyar kir, ku kampanya wan ê li dijî şîdeta li jinê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê meşandin û destnîşan kir, ku rojevên kampanyayê ji hev qut nînin û nabe ji hev cihê bên nirxandin. Taşdemîr bibîr xist, ku bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kaos û şer di nava civakê de rû daye û vê yekê herî zêde zerar daye jinan. Taşdemîr işaret bi têkiliya navbera tecrîd û şîdeta li jinê kir û anî ziman, di vê çarçoveyê de tecrîd pirsgirêkeke jinê ye. Taşdemîr got, dirûşmên "Tecrîd wê têk biçe, azadî wê bi ser bikeve", "Em ê pêşî li qirkirina jinê bigire, jiyanê azad bikin" di nav hev de ne û hev du temam dikin.
BANGA LI JINAN
Taşdemîr da zanîn, jin di nava 2 salan de li hemberî her şêwe êrîşan li ber xwe dane û anî ziman, bi kampanyayê re ew dest bi pêvajoyeke nû dikin û bang li jinan kir, ku bi rengekî aktîf berxwedana li dijî faşîzmê mezin bikin.