Komkujiya Şengalê wê li Fransayê bi çalakiyan bê şermezarkirin
Komkujiya Şengalê ya 3'ê Tebaxa 2014'an, wê li Fransayê bi gelek çalakiyan bê şermezarkirin. Çalakî wê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li Fransayê (TJK-F) ve bên lidarxistin.
Komkujiya Şengalê ya 3'ê Tebaxa 2014'an, wê li Fransayê bi gelek çalakiyan bê şermezarkirin. Çalakî wê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li Fransayê (TJK-F) ve bên lidarxistin.
Dijminên mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê, 3'ê Tebaxa 2014'an êrîşî cihê pîroz ê Êzidiyan Şengalê kiribûn, bi hezaran Êzidî kuştibû, bi sed hezaran mirov neçar hiştibûn ku koç bikin û zêdeyî 5 hezar jin û zarok revandin û li bazarên koleyan firotin. Hê jî bi sedan jin û zarok di destê DAIŞ'ê de êsîr girtî ne. Ev êrîşa ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve weke "qirkirinê" hate binavkirin, di heman demê de weke "qirkirina jinê" jî tê dîtin.
RÊXISTINÊN JINAN ÊN FRANSAYÊ PIŞTGIRÎ DAN
Bi wesîleya salvegera komkujiyê, Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) belavokek amade kir û gelek rêxistinên jinan ên li Fransayê mohra xwe danîn binê vê belavokê. Saziyên ku piştgirî dane belavokê ev in: Saziya Jinê ya Azad, Yekîtiya Jinan a Sosyalîst, Saziya Jinê Coûrage, Assocîatîon France Kurdistan, Assocîatîon Femmes Tamoûls-Komeleya Jinên Tamîlê, Collectîf Femînîste Kobane (Kolektîfa Femînîst ji bo Kobanê), Moûvement des Amazîgs (Tevgera Amazîng), Les Jûrîstes Armenîens (Saziya Hiqûqnasan a Ermenî), Conseîls des Organîastîons Armanîens de Frans (Rêxistina Meclîsa Ermenî ya Fransayê).
Kurdên li Fransayê dijîn, wê di salvegera 3. a komkujiyê de bi pêşengiya TJK-F gelek çalakiyan lidar bixin. Çalakî wê di kêliya destpêkirina êrîşê yanî saet di 11:15'an de bi rengekî hevdem dest pê bikin.
PARÎS
Yek ji van çalakiyan wê li paytexta Fransa Parîsê bê lidarxistin. 3'ê Tebaxa 2017'an wê li Chatelet Le Hallesê saet di 10:30 de dest pê bike. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiyê, wê nûnerên rêxistina jinê ya Fransayê, CDK-F, TJK-F baxivin. Her wiha wê şanoyek li ser komkujiyê bê nîşandan.
MANTES LA JOLÎE
Li herêma Mantes La Jolîe ya Parîsê, Kurd wê li hev bicivin û komkujiyê şermezar bikin. Çalakiya bi pêşengiya jinên Kurd wê li ber Dêra Mantes La Jolîe saet di 11:15'an de bi kefen bi rengekî bêdeng dest pê bike.
MARSÎLYA
Çalakiya li bajarê Marsîlyayê, ji aliyê Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan ve tê organîzekirin. Wê roja Pêncşemê li Vîeûx Portê saet di navbera 10:00-15:00 de standa agahdarkirinê bê danîn. Ji bo civak û jinên Êzidî yên di komkujiyê de hatin kuştin, saet di 11.15'an deqeyek rêz bê girtin û piştre belavok werin belavkirin.
BORDEAÛX
Însiyatîfa Jinê ya Bordeaûxê jî ji bo balê bikişînin ser jinên di destê DAIŞ'ê de êsîr hatine girtin û qirkirina jinê, wê dakeve kolanan. 3'ê Tebaxê saet di navbera 11:00-13:00 de wê li Place Du Vîctoîr çalekî bê lidarxistin.
STRASBOÛRG
Li Stasboûrgê jî wê li Place Kleberê saet di 15:00 de kon bê vedan û li ser komkujiyê agahî ji raya giştî re bê dayin. Her wiha wê şanoyek li ser drama jinên di destê DAIŞ'ê de dîl hatine girtin, bê nîşandan.
TJK-F: WERIN EM QÎRÎNA WAN BIDIN BIHÎSTIN
Di daxuyaniya TJK-F de hat bibîrxistin, ku di salvegera 3. a komkujiyê de trajediya Êzidiyan û jinên Êzidî dewam dike û ev banga tevlîbûnê ji bo çalakiyan hate kirin.
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin; "Bandora komkujiya li Şengalê qediya ye. Hem gefa qirkirinê ya li ser Êzidiyên li Şengalê dewam dike, hem jî jin û zarok li bazarên koleyan ên DAIŞ'ê tên firotin. Jinên di destê DAIŞ'ê de êsîr hatine girtin, sembola hemû jinan e. Esareta wan esareta me ye. Qîrîna wan qîrîna me ye. Werin em vê qîrînê bidin bihîstin."