Wekîlên jin: Me pêvajoya hesab xwestinê ya ji faşîzmê daye destpêkirin

Ji wekîlên jin ên HDP’ê yên ku di nava çalakiya nobedê de cih digirin Taşdemîr anî ziman ku wê jin faşîzmê têk bibe. Ûca jî got: “Jinan pêvajoya hesab xwestinê ya ji faşzmê daye destpêkirin.”

Ji parlemeterên HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemî û Feleknas Ûca ên ku di çalakiya Nobda Wijdan û Edaletê de ne ku roja 5’an li pey xwe hişt, têkildarî girîngiya çalakiyê ya ji bo jinan nirxandin kirin.

‘HERÎ ZÊDE JIN DI HEDEFÊ DE NE’

Taşdemîr a ku diyar kir ku bi dirûşa ‘Em ranewestin, bibêjin êdî bes e, em faşîzmê rawestînin’ ketin rê, diyar kir ku pêşengên çalakiya nobedê ne. Taşdermî diyar kir ku dîktatorî û rejîma yek kesî, yekparêzî, nîjatperestî û zayendperestiyê dihewîne, di plana piştperdeyê ya ku jê sûdê werdigire ev hişmendî cih digire, ji ber vê yekê herî zêde kar li ser milê jinê dimîne. Taşdemî diyar kir ku ji sed salan zêdetire jin ji yekparêzî û zayendparêziyê êşê dikişîne, diyar kir ku jinan bi têkoşînê mezin îro destkeftiyên mezin bidest xistiye. Taşdemîr diyar kir ku îro herî zêde faşîzim jinan dike hedef û destnîşan kir ku wê li ber xwe bidin.

 ‘WÊ FAŞÎZIM JIN BIDIN RAWESTANDIN’

Taşdemîr bibîr xist ku di pêvajoya jin têkoşîna xwe ya azadiyê bike de wê faşîzm nebe civakî, wê nekare rejîma yekparêzî bide avakirin. Taş demîr diyar kir ku beşdarbûna nobeda berxwedanê ji bo wan girîng e û gava yekem e, anî ziman ku wê pêşiya gavên bê û piştre bide vekirin. Taşdemîr anî ziman ku li gel çalakiya nobedê pêvajoya têkoşînê ya ku dayîn destpêkirin, wê di pêvajoyên bê de jî planên hê berfirehtir pêş bixin û got: “Li dijî faşîzmê di têkoşînê de keda jinê berbiçav e, wê jin faşîzmê rawestîne.”

 ‘WÊ JIN DÎROKÊ BINIVÎSIN’

Ûca ya ku destnîşan kir ku dema temaşeyî siyaseta AKP’ê tê kirin şidet û qetlîamên li ser jinê gihiştiye asta her jor, bi taybet li Kurdistanê jin dibin hedefa faşîzma AKP’ê. Ûca diyar kir ku li Kurdistanê bi dagirkirina qeyûman re dîsa jin bûne hedef, diyar kir ku dixwazin destkeftiyên jinê di şevekê de bi rêya qeyûm û Rewşa Awarte tine bikin. Ûca anî ziman ku siyasetmedarên Kurd di pêvajoyek bi vî rengî de hatin girtin û dixwazin azadiya jinê tine bikin, jinên ku dadikevin kolanan dibin hedefa şideta AKP’ê. Ûca bibîr xist ku di vê pêvajoyê de felsefeya jina azad nehate tinekirin, jinan li dijî faîzma AKP’ê stû xwar nekirin, ji ber vê yekane rêya ji faşîzmê rizgarbûn wê têkoşîna jinê bi xwe be. Ûca destnîşan kir ku ji ber vê yekê beşdarbûna jinan a ji bo çalakiyê girîng e, li gel vê çalakiyê di pêvajoya berxwedanê ya ku dayîn destpêkirin dikarin saziyên jinan ji êrîşan, ji yên ku Dayika Teybet qetilkirin, ji yên ku li Cizîr, Silopiya û Nisêbînê jin qetilkirin hesab bixwazin. Ûca diyar kir ku wê jin dîrokê binivîsînin û ji faşîzmê hesab bixwazin.”