JIN
Hemû Nûçe
-
Li Tarsûsê êşkence li girtiyên jin tê kirin
Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tîpa T a Tarsûsê, derket holê ku gardiyanan li girtiyên jin xistine, ew bi erdê re kişandine û bi vî rengî xistine hucreyê. -
Ji ber bijîşkê pispor tine bû, jina ducanî jiyana xwe ji dest da
Jina 8 meh ducanî ku janê ducaniyê lê rabûn, ewil birin Hezexê û piştre birin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Jina ducanî ji ber ku bijîşkên pispor tune bû di rê de jiyana xwe ji dest da. -
'Bila civaka Êzidî ji bo azadiya Rêber Apo rabe ser piyan'
Dayika Şengalî Henîfe Xwedêda tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û bi taybetî bang li civaka Êzidî kir, ku ji bo azadiya Ocalan rabe ser piyan. -
Dayikên Aştiyê: Aştî bi Ocalan tê
Dayikên Aştiyê, wê bi daxwaza aştiyê 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê dakevin qadan. Dayik dibêjin, navnîşana aştiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. -
DKY'ê ji bo Ayşe Gokkan û delegeyên girtî çalakî li dar xist
Jinên ji welatên Rojhilata Navîn li Tûnûsê li hev civiyan û ji bo delegeya DKY'ê (Meşa Jinên Cîhanê) yên girtî Ayşe Gokkan, Kîtham Saafîn û Khalîda Jarrar çalakiya azadiyê li dar xistin. -
Dogan ê ku herî dawîn wî Guven dîtîbû, li Strasboûrgê hate binçavkirin
Saray Guven a ji Dersimê ya ku li Elmanyayê li bajarê Frankfûrt-Bockenheîmê dijî ji 20’ê Tebaxê û vir ve winda ye. Tê ragihandin kesê ku herî dawîn Guven dîtibû îro li Fransayê li Strasboûrgê hatiye girtin. -
Saadet Becerîklî: Wê jin tecrîtê bişkînin
Parlamentera Êlihê ya HDP'ê Saadet Becerîklî ya ku tevli çalakiya Rêxistina Navçeya Akdenîzê ya HDP'ê bû bal kişand ser tecrîta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: "Wê jin tecrîta li ser Rêber Apo bişkînin." -
'Em ê tecrîda li ser hêviya xwe bişikînin'
Jinên Edeneyî piştgirî dan kampanya "Wê tecrîd têk biçe, Azadî bi ser bikeve" û diyar kirin ku tenê jin dikarin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan bişikînin. -
'Şûjin dengê jinan e, hûn nikarin dengê jinan bibirin’
Jinan diyar kir ku ew saziyên çapemeniya azad yên bi biryarnameyan hatine girtin tenê nahêlin û gotin, wê piştevaniyê mezin bikin û destûrê nedin ku dengê jinan bê birîn. -
Jin li Tûnûsê li hev civiyan: Êrîş û rêxistîbûn hatin nîqaşkirin
Jinên ji welatên Rojhilata Navîn li Tûnûsê li hev civiyan. Di civînê de êrîşên AKP’ê yên li ser jinan hatin nîqaşkirin. -
'Pirsgirêkên jinan hevpar in, divê têkoşîn jî hevpar be'
Endama Koordînasyona KJAR'ê Gulan Fehîm diyar kir, ku pirsgirêkên jinan ên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê roj bi roj giran dibe û got, "Pirsgirêkên me jinan hevpar in. Lewma divê em têkoşîna xwe jî hevpar bikin." -
Saray Guven a ji Dersimê ev hefteyeke winda ye
Dayika 3 zarokan Saray Guven a 47 salî, ku ji Dersimê ye û li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê dijî ji 20'ê Tebaxê û vir ve winda ye. Fikar hene ku Guven hatiye revandin. Malbata wê û polîsê Frankfûrtê lê digerin. -
Nûçegihan Mete hate girtin
Xebatkara rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî, ku 21’ê Tebaxê li Bûcayê hatî binçavkirin Semîha Mete hate girtin. -
Bi girtinan rastî nayê veşartin
Nûçegihanên jin, têkildarî saziyên çapemeniyê yên bi rêya biryarnameyê hatin girtin, daxuyaniyek dan çapemeniyê. Jinan diyar kirin, ku bi girtinan rastî nayê veşartin. -
Gazete Şûjin: Em hebûn, hene, em ê hebin!
Gazete Şûjin ku bi biryarnameyê hate girtin got, "Em hebûn, hene, em ê hebin." -
DEST-DAN: 29'ê Tebaxê em li ber dadgehê li hev bicivin
DEST-DAN, têkildarî doza kuştina Yeter Pehlîvan bang li jinan kir. -
Êrîşa sîber bi ser Rojname Şûjinê de hat
Êrîşeke sîber birin ser rojnameya înternetê ya bi navê Gazete Şûjin. Şûjin heta ku vê êrîşê bişkîne wê di ser hesabê medyaya sosyal re nûçeyên xwe par ve bike. -
Jinên ji 13 welatan ji bo jineolojiyê li hev civiyan
Nûnerên rêxistinên jinan ên ji 13 welatiyên cuda, ji bo jineolojiyê bi gaveke din bi pêş ve bibin, li Utamara li hev civiyan. Jin li ser mijarên; jineolojîk, femînîzm û xwezaya jinê axivîn û tecrûbeyên xwe bi hev re par ve kirin. -
Jin li gel ambargoyê jî hildiberînin
Li Colemêrgê jin guh nadin bêkariyê, fêkî û şêniyên ku hişt kirine û hin giyayên ku têne xwarin ên li çiyan didine ser hev û ew jî wiha keda xwe dixin nav aboriya malê. -
Li Parîsê ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemezê çalakiya edaletê
Li paytexta Fransa Parîsê di 9'ê Çileya 2013'an de yek ji damezirînera PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê Fîdan Doğan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez hatibûn qetilkirin. Çalakiya edaletê vê hefteyê jî berdewam kir. -
ÎHD û parêzer: Rewşa awarte êrîşên li ser jinan zêde kir
Li Amedê parêzer û mafên mirovan ên jin bal kişandin ser vî tiştî ku di Rewşa Awarte de êrîşên li ser jinan zêde bûye û gotin “Divê Rewşa Awarte were rakirin.” -
TJA wê ji bo azadiya Ocalan û li dijî qirkirina jinê dakeve qadan
TJA, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û balê bikişîne ser qirkirina jinê, di çarçoveya kampanyayê de dadikeve qadan. -
Seroka Giştî ya ESP'ê Otlû hate girtin
Seroka Giştî ya ESP'ê Çîçek Otlû hate girtin. Otlû peyama 'Kesek nikare me teslîm bigre' da. -
Vîdeoya TJA’yê ya li dijî ‘qirkirina jinan’: Em ê bidin sekinandin!
TJA’yê ji bo jinên ku ji aliyê mêr û dewletan hatine qetilkirin vîdeoyek amade kir. Di vîdeoyê de peyama ‘Em ê li ber xwe bidin! Em ê qirkirina jinan bidin sekinandin û em ê jiyanê azad bikin’ hate dayîn. -
Jinên Êzidî: Xweserî wê rê li ber azadiyê veke
Jinên Êzidî, xweseriya hate ragihandin silav kirin û gotin, ev yek di heman demê de xweseriya jinê ye. Jinan ji bo yekîtiyê, vegera li cih û warên xwe û rêxistinbûnê bang kirin.