DEST-DAN: 29'ê Tebaxê em li ber dadgehê li hev bicivin
DEST-DAN, têkildarî doza kuştina Yeter Pehlîvan bang li jinan kir.
DEST-DAN, têkildarî doza kuştina Yeter Pehlîvan bang li jinan kir.
Yeter Pehlîvan (Polat), sala 2016'an li paytexta Elmanya Berlînê ji aliyê hevserê xwe ve bi rengekî hovane hatibû kuştin. Doza li ser vê cînayetê, roja 29'ê Tebaxê dest pê dike.
Meclîsa Jinê DEST-DAN bibîr xist, ku Pehlîvan li pêş çavên zarokên xwe bi awayekî hovane hate kuştin û got, "Zêdebûna kuştina jinan di salên dawî de tesadûfî nîne û encama polîtîkayên dewletê ye, ku zîhniyeta serdestiya mêr temsîl dike. Ji ber vê yekê, di salên dawî de bi rengekî rêk û pêk êrîş li maf û azadiya jinan ên bi têkoşînê hatine bidestxistin tê kirin û hewl tê dayin, jin li derveyî jiyana civakî bê hiştin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku yekane rêya rawestandina komkujiya jinan, birêxistinkirin û afirandina mekanîzmaya xweparastinê ya jinê ye.
Meclîsa Jinê bang li hemû saziyên jinan ên li Berlînê kir, ku tevlî çalakiya wan a şermezarkirinê ya li ber dadgehê bibin û li ber kuştina jinê rawestin.
AGAHIYÊN LI SER ÇALAKIYÊ
Çalakiya protestoyî: 29'ê Tebaxê, roja Sêşemê, saet 09:00
Adres: Landgericht Berlin, Turmstr. 91, 10559 Berlin-Wedding (U 9 Turmstraße)