Jinên ji 13 welatan ji bo jineolojiyê li hev civiyan

Nûnerên rêxistinên jinan ên ji 13 welatiyên cuda, ji bo jineolojiyê bi gaveke din bi pêş ve bibin, li Utamara li hev civiyan. Jin li ser mijarên; jineolojîk, femînîzm û xwezaya jinê axivîn û tecrûbeyên xwe bi hev re par ve kirin.

Komîteya Jineolojiyê, ji bo têkiliya gerdûnî ya jineolojiyê bi gavên pratîkî bixe meriyetê, jinên ji 13 welatan li hev civand.

Kampa Jineolojiyê, ku Navenda Jivana Jinê Utamara jê re malovanî kir, di navbera 19-23'ê Tebaxê de bi beşdariya 45 aktîvîstên jin pêk hat. Jinên ji Norwêc, Îngilîstan, Spanya, Katalonya, Îtalya, Swîsre, Elmanya, Belçîka, Portekîz, Komara Çekê, Tirkiye, Hollanda û çar parçeyên Kurdistanê li kampê li ser mijarên jineolojîk, femînîzm û xwezaya jinê axivîn û tecrûbeyên xwe par ve kirin.

Bernameya kampê rojane saet 09:00 dest pê kir û saet 21:00 qediya. Jinan 5 rojan semîner li dar xistin û li ser mijarên destnîşankirî, sohbet kirin.

JINEOLOJÎ XWEPARASTINA JINÊ YE

Di rûniştina destpêkê ya roja ewilî de Endama Komîteya Jineolojiyê Zîlan Diyar axivî û li ser jineolojîk û rêbazên wê semîner da. Diyar anî ziman, ku jineolojî xwedî wê potansiyelê ye ku dikare li nava tevahiya jinên li cîhanê belav bibe û li ser karên xwe yên 9 salan agahî da.

Diyar destnîşan kir, ku têgîna sosyolojiya azadiyê ya Ocalan pêşkêşî civakê kir, tê wateya xurtkirina dibetiya azadiyê di nava rewşa krîz û kaosê de û got, "Hevjiyana azad, jiyaneke ku xwe ji desthilatdariyê paqij kiriye. Jineolojî di heman demê de xweparastina jinê ye. Her wiha dixwaze têkiliyê bi hemû zanyariyên din ên civakî re deyne. Ne tenê teoriyê hildiberîne, her wiha rêya çareseriya pirsgirêkan jî nîşan dide."

BINGEHA POZÎVÎTÎZMÊ MÊTINGERÎ YE

Lêkolîner Mechthîld Exo piştre axivî û di bin sernavê metodolojiyê de mijara pozîtîvîzmê nirxand. Exo got, "Bingeha pozîtîvîzm mêtingerî ye" û wiha dewam kir: "Jinên li qadên zanistî û felsefeyê dixebitîn ên li nêrîna rojava nedihatin, di destpêkê de li derveyî civakê dihatin hiştin, piştre bi navê 'pîrebok' e dihatin şewitandin. Jinên ku mafên jinan diparastin, ji aliyê civakî û zanistiyê ve rê li ber nûbûnê vedikirin, dihatin kuştin. Sedema vê dijminatiya li jinan, tirsa desthilatdariyê bû."

Exo destnîşan kir, şewitandin û bi vî rengî kuştina jinê, bingeha rêbaza nêrîna modern e û got, "Di roja îro de, ji bo parastina pozîtîvîzmê, rêxistinbûnên ramanî yên wekheviyê diparêzin tên şikandin, bi rêya globalîzmê mirov di heman rêbazê de tên kategorîzekirin, bi taybetî huner û meylên jinên li deveyî civakê tên hiştin tên înkarkirin, jin li derveyî zanistî û felsefeyê tên hiştin. Jİ ber vê yekê, di nava civakê de zerar herî zêde li jinan dibe."

SERDANA PÊŞANGEHA ROJAVA

Danê nîvro jî jinan serdana Pêşangeha Rojava kirin, ku li dêra Yekîtiya Jinên Katolîk a Elman hate vekirin. Nûnera Weqfa Jinên Rojava Meîke Nack li serdanê axivî û qala karên avakirinê yên jinan ên li Rojava kir.

TECRÛBEYÊN TÊKOŞÎNÊ

Di roja duyemîn a semînerê de jinan tevî rewşa jinê ya dîrokî û civakî, zîhniyeta civakî ya li welatên xwe, her wiha tecrûbeyên xwe yên rêxistinbûn û têkoşînê bi rêya sînevîzyon, grafîk û wêneyan par ve kirin. 

Di roja sêyemîn a perwerdeyê de mijarên civakên baviksalarî, femînîzmên hatine jibîrkirin, femînîzma lîberal, femînîzma radîkal, teoriya hevzayendî û gelek mijarên din hatin nirxandin.