'Em ê tecrîda li ser hêviya xwe bişikînin'
Jinên Edeneyî piştgirî dan kampanya "Wê tecrîd têk biçe, Azadî bi ser bikeve" û diyar kirin ku tenê jin dikarin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan bişikînin.
Jinên Edeneyî piştgirî dan kampanya "Wê tecrîd têk biçe, Azadî bi ser bikeve" û diyar kirin ku tenê jin dikarin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan bişikînin.
Jinên Edeneyî piştgirî dan kampanya "Wê tecrîd têk biçe, Azadî bi ser bikeve" ya Meclîsa Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bişikînin dane destpêkirin. Jinên Edeneyî diyar kirin ku azadiya jinê azadiya Rêberê wan e û wê li dora kampanyayê bibin xelek.
'WÊ BI PÊŞENGIYA JINÊ KAMPANYA MEZINTIR BIBE'
Zubeyde Yagiz bal kişand ser têkoşîna Ocalan a ji bo azadiya jinê û wiha got: "Rêberê me ji bo hemû gelê cîhanê ronahiya heviyê ye. Divê em wekî zincîrê li dora Abdullah Ocalan bibin xelek û wî biparêzin. Kampanya ku jinan ji bo Rêberê me daye destpêkirin pir bi qimet e. Em ê vê tecrîdê di pêşengiya jinan de têk bibin. Aştiya li Tirkiye bi azadiya Rêberê me pêkan e. Ji ber vê yekê divê bi lezgîn tecrîda li ser Rêberê me bi dawî bibe. Em ê li kampanyayê xwedî derkevin û Rêberê xwe azad bikin."
Keza Ozlu jî anî ziman ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hemû gelê Tirkiye eleqedar dike û wiha got: "Rêbertiya me şekl, şema û ruh daye gelê Kurd û Tirkiyeyê. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan tecrîda li ser aştiyê ye. Bi qasî Rêber Ocalan ji me re lazim e, ji gelê Tirkiyeyê re jî lazim e. Erdogan li vî welatî tenê kaosê ava dike wekî din tiştekî din nake. Dixwazin bi tecrîda li ser Ocalan Kurdan pûç û perçe bikin. Gelê Kurd bi salan e Rêberê xwe bi tenê nehişt, wê ji niha û şûnde jî bi tenê nehêle. Em ê piştgiriyê bidin kampanya ji bo azadiya Rêberê xwe."
'DIXWAZIN BI TECRÎDÊ DENGÊ OCALAN QUT BIKIN'
Fatma Kaya jî anî ziman ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê kişandin divê her kes têkoşînê mezin bike û wiha got: "Em jî dixwazin wekî Tirkên li vî welatî serbest û azad biaxivin û bijîn. Yên hebûna Kurdan li ser vî welatî naxwazin bila zanibin ku em rizgarvanên wan in. Birêz Abdullah Ocalan ji bo aştî, aramî û azadiya vî welatî gelek tişt kirin. Divê em jî ji bo azadiya Birêz Ocalan gelek tiştan bikin. Dixwazin Ocalan bi tecrîdê bêdeng bikin û dengê wî qut bikin. Em jin bi têkoşîna Rêberê xwe bûn xwedî hebûn. Em jin ji bo parastina Rêberê xwe ji her tiştî re amade ne. Em jin li vê kampanyayê xwedî derdikevin. Em ê Rêberê xwe azad bikin."