Gazete Şûjin: Em hebûn, hene, em ê hebin!

Gazete Şûjin ku bi biryarnameyê hate girtin got, "Em hebûn, hene, em ê hebin."

Tekane rojnameya jinan Gazete Şûjin ku bi Biryarnameya di Hikmên Qanûnan de (BHQ) ya rejîma AKP’ê hate girtin, daxuyanî da û got, "em hebûn, hene, em ê hebin!"

Şûjinê di daxuyaniyê de diyar kir ku bi dirûşma "bi niyeta şûjina di zimanê çapemeniyê de" wan Kanûna 2016’an dest bi weşana xwe kiriNe û 25’ê Tebaxa 2017’an bi BHQ’yekê hatine girtin.

Şûjinê ragihand, ku wan sînorên dewletê û medyayê yên ku ji bo jinan hatiye xêzkirin nas nekirine û bi dirûşma 'a taybet polîtîk e' a bi nûçegihaniya jinê ketine rewşa xweparastinê û erka nêr û çapemeniya nêr a ku êrîşê dibine ser bedena jinê û jiyana wê deşîfre kiriye û ji bo vê jî gelek caran gef li rojnameya wan û hevalên wan hatiye xwarin.

Şûjinê diyar kir ku ew ji Êlihê heta bi Çinarê, Ensarê, li dibistan û mal, kuçe û metroyan bûne dengê wan jin û zarokan ku rastî îstîsmara zayendî hatine û hatine mexdûrkirin.

Bi domdarî destnîşan kir, ku ew bûne dengê welatiyên li Sûrê, Cizîrê, Nisêbînê û Heskîfê ku malên wan hatine xerakirin; bûne dengê daristanên Dersimê, Licê, Mêrdînê ku têne şewitandin. Bûne dengê gundiyên Xerabê Bava ku êşkence li wan hatî kirin; bûne dengê Muhammet, Furkan, Pakîze Hazar, Kemal Kurkut.

Gazete Şûjin herî dawî di daxuyaniya xwe de got: "Çapemeniya azad wê bêdeng nemîne. Em hebûn, hene, em ê hebin! Bi niyeta ku bibe şûjina di zimanê çapemeniyê…Gazete Şûjin."