Endama Koordînasyona Komalgeha Azad a Jinên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Gulan Fehîm, li ser pirsgirêkên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê derikeve pêşiya jinan, ji ANF'ê re axivî.
Fehîm got, dewleta Îranê şerekî îdeolojîk li dijî jinan dimeşîne û anî ziman, Îran, guhertina di mijara mafên jinan de weke destwerdana li îdeolojiya xwe ya fermî dibîne.
Fehîm bal kişand ser zext û zordariya bi salan a li Îranê li jinan tê kirin û got, "Ev rewş girantir dibe. Şerê li dijî civaka Îranê şerekî îdeolojîk e. Rejîma Îranê ku li dijî gelemperiya civakê şerekî îdeolojîk dimeşîne, li hemberî jinan jî bi vî rengî şer dike. Mirov vê rastiyê li nava jiyanê, li qada cemaweriyê, di mafê hilbijartinê de jî dibînin. Li Îranê pêşî li guhertinê hatiye girtin."
'JINAN JI SIYASETÊ VEDIGIRIN'
Fehîm anî ziman, rejîm hewl dide jinan ji siyasetê vegire û wiha dewam kir: "Rejîma Îranê heta ji dest tê hewl dide jinan û beşên cuda yên etnîkî ji siyasetê vegire. Ji ber eger ev derdor li nava siyasetê bibe xwedî mafê gotin, hingî wê pêwîstî bi guhertinên qanûnî çêbibe. Lewma rejîm deriyê xwe di vî darî de digire. Eger çend kesan bigire jî, van kesan ji nava yên ji bo rejîmê nebin xetere dineqîne."
'PIRSGIRÊKA JINÊ GIRAN DIBE'
Gulan Fehîm destnîşan kir, li gelemperiya Îranê pirsgirêka ku ji pirsgirêkên civakî zûtir giran û dijwar dibe, pirsgirêka jinê ye û bal kişand ser vê xusûsê: "Rêjeya xwekuştin û kuştina jinê roj bi roj zêde dibe. Zewicandina di emrê zarokatiyê de gelekî zêde bûye. Ev yek kirin qanûnî. Ev pêkanîna ku li derveyî mirovahiyê ye, kirin qanûn. Ji ber ku nahêlin jin di nava aboriyê de cih bigirin, gelek pirsgirêkên exlaqî giran dibin. Pirsgirêka jinê li Îranê roj bi roj giran dibe." Gulan Fehîm ragihand, rejîma Îranê bi taktîkên cuda hewl dide têkoşîna jinê ji hev bixe.
'TÊKOŞÎNA JINÊ PARÇEBÛYÎ YE'
Fehîm destnîşan kir, pêkanînên li Îranê yên li dijî jinê li hemberî hemû jinan e û got, "Ev pêkanînên li gelemperiya Îranê li dijî jinê tên kirin, ne tenê li hemberî jinên Kurd e. Di nava jinên Fars, Bellûcî, Ereb, Azerî û jinên ji gelên din de jî rê li ber lêgerîneke mezin vedike. Jin li çirûskeke têkoşînê digere. Jin êdî rewşa heyî qebûl nakin. Dem bi dem hin yekîneyên têkoşînê hebin jî, ev têrê nake. Pirsgirêka herî mezin jî ev e."
'DIVÊ EM TÊKOŞÎNÊ HEVPAR BIKIN'
Endama Koordînasyona KJAR'ê Gulan Fehîm got, "Em KJAR, ne tenê ji bo jinên Rojhilat têdikoşin. Têkoşîna me ji bo tevahiya civaka Îranê ye" û wiha dewam kir: "Li Îranê gelek beşên cuda yên civakî hene. Em têkoşîna xwe ne tenê ji bo jinên Kurd didin. Ji bo me ya sereke, nasnameya jinê ye. Em dikarin ji jinên Îranê re bêjin, ku mînaka me Rojava ye. Li wê derê çawa ku jinên ji beşên cuda yên civakê mil bi mil têdikoşin û pêşengiyêji şoreşê re dikin, em jî dikarin vê bikin. Pirsgirêkên me jinan hevpar in, lewma divê em têkoşîna xwe jî hevpar bikin."