Saray Guven a ji Dersimê ev hefteyeke winda ye

Dayika 3 zarokan Saray Guven a 47 salî, ku ji Dersimê ye û li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê dijî ji 20'ê Tebaxê û vir ve winda ye. Fikar hene ku Guven hatiye revandin. Malbata wê û polîsê Frankfûrtê lê digerin.

Ji 20'ê Tebaxa 2017'an û vir ve agahî ji Saray Guven a ji Dersimê nayê girtin. Dayika 3 zarokan Guven a 47 salî, roja Yekşemê piştî ku ji kar derket bi telefonê li zarokên xwe geriya û ji wan re got ku ew tê malê. Lê belê negihîşt malê. Keça mezin a Guven Dîlan Bengî ji ANF'ê re axivî û got, "Dayika min kengî dereng bima, teqez agahî dida me. Bi fikar im ku dayika min hatibe revandin. Roja Yekşemê geriya û got ku tê malê. Lê belê ji hingî ve em agahiyê ji nagirin. Tirs û fikarên me roj bi roj zêde dibin."

Bengî anî ziman, ku kesekî dayika wê aciz dikir û got, "Me roja Yekşemê wesayita dayika min li kolanek aliyê din a malê, bi rengekî parkkirî dît. Heman şevê me serî li polîsan dan û gotin, ku winda ye. Ji wê rojê ve em agahiyê jê nagirin. Polîsan wesayit birin. Li şopekê digerin. Haya min jê heye ku di dema dawî de kesek li ser Facebookê dayika min aciz dike. Jİ ber vê yekê malpera xwe ya Facebookê girt."

AJOKARÊ WESAYITÊ WINDA YE

Dîlan Bengî anî ziman, ku polîsan di encama lêkolînê de xwe gihandine hin şopan û got, "Kamera polîsan tespît kir ku dayika min li dora Rodgaû ya Frankfûrtê di wesayiteke bi plaqeya 'ERB-EE 995' de bû. Nasnameya xwediyê wesayitê ji aliyê polîsan ve hate tespîtkirin. Lê belê derket holê ku wesayit li ser yekî din qeydkirî ye. Polîsan xwe gihandin malbata kesê ku wesayit diajot. Gotin ku şexsê navborî ev çend roj in nehatiye malê. Ji bilî vê yekê polîsan ti agahî nedan me."

Bengî diyar kir, ku tirs û fikarên wan zêde dibin, ew dixwazin demek ji ya din zûtir xwe bigihînin dayika xwe û got, "Dayika min gelekî bi me ve ye. Eger heta niha agahî nedabe me, teqez bi zorê li cihekî tê girtin. Em niha li bendê ne ku dayika min bi saxî û selametî bê malê."

Bengî ji kesên dayika wê dîtine, ya jî agahiya xwe li ser bûyerê hene xwest, ku xwe bigihînin polîsên Frankfûrtê yan jî wan.

POLÎSÊN FRANKFÛRTÊ LI HER CIHÎ LÊ DIGERE

Midûriyeta Emniyetê ya Herêma Frankfûrtê, bi rêya çapemeniyê dest bi lêgerîna li Saray Guven kir. Polîs ragihand ku Guven roja winda bû li dora Rodgaû-Jugesheîmê di qesayiteke Opel Zafîra ya bi rengê qehweyî û bi plaqa 'ERB-EE 995' de hatiye dîtin. Polîsan her wiha ji bo kesên li ser mijarê agahiyê bidin wan ev nûmaraya telefonê par ve kir: "069/75 55 31 10"