Jin li gel ambargoyê jî hildiberînin
Li Colemêrgê jin guh nadin bêkariyê, fêkî û şêniyên ku hişt kirine û hin giyayên ku têne xwarin ên li çiyan didine ser hev û ew jî wiha keda xwe dixin nav aboriya malê.
Li Colemêrgê jin guh nadin bêkariyê, fêkî û şêniyên ku hişt kirine û hin giyayên ku têne xwarin ên li çiyan didine ser hev û ew jî wiha keda xwe dixin nav aboriya malê.
Jin beşek ji fêkiyên ku hişk kirin û giyayên ku ji çiya berhev kirin difiroşin û keda xwe li aboriya navmalê zêde dikin, beşê dî jî ji bo zivistana dijwar dihêlin.
Colemêrg ji dîrokê ve navenda bazirganiyê bû. Colemêrg ku deriyê Asyayê yê ku Ewropayê vedibû, ji hêla cografîk jî li ser wan rêyan e ku rêyên bazirganiyê li ser digihijin hev. Li gel ku cîranê Îranê û Başûrê Kurdistanê ye jî dewleta Tirk bi girtina deriyê sînor û qedexekirina bazirganiyê dixwaze aboriya herêmê têk bibe. Dewleta Tirk ku li gel qedexekirina bazirganiya sînor jî nekarî bajêr bide valakirin, vê carê jî bi qedexerkirina çûna zozanan dixwaze cotkarî û xwedîkirina sewalan tine bike. Li gel hemû lîstikên dewletê jî welatî bi hêza xwe aboriya xwe çêdikin.
JIN AMBORGOYA ABORÎ YA DEWLETÊ TINE DIKIN
Colemêrg yek ji wan deveran e ku bêkarî lê pir zêde ye. Sedema vê zêdebûnê jî ew e ku dewleta Tirk polîtîkayên valakirina vir disepîne. Dewlet li Colemêrg û navçeyên wê bi qedexekirina zozan û gundan bi navê ewlehiyê ambargoya aborî datîne.
Li Colemêrgê li gel ku li pêş cotkarî û xwedîkirina sewalan dewlet astengan datîne jî gel aboriya xwe çêdike û nîşan dide ku ew ne hewceyî dewletê ye. Yê ku li pêş li dijî ambargoyê disekinin jî jinên Colemêrgî ne. Li Colemêrgê, li navend û navçeyan hin jin li gundên xwe ajalan xwedî dikin, hin jî bi şênî û fêkiyên ku dane hev keda xwe li aboriya malê zêde dikin. Ji ber ku jin di hilberandinê de xwedî roleke mezin in ambargoya dewletê têk dibin. Jin li gel ambargo û bêkariyê jî keda xw li aboriyê zêde dikin. Jin havînan li baxçe û baxan dixebitin û haziriya zivistanê dikin.
WELATÎ: EM Ê HILBERANDINÊ BIDOMÎNİIN
Welatiyên ku ji ANF’ê re axivîn diyar kirin ku li gel ambargoya aborî jî ew ê hilberandina xwe bidomînin: Welatiyan gotin: ‘’Li erd û baxçeyên xwe em berên ku hewcehiya me bi wan heye hildiberînin. Me fêkî û şêniyê xwe berhev kirin. Em beşek ji van difiroşin, beşekî ji bo hewcehiya malê dihilînin û beşekî ji bo zivistanê. Bi berên ku em ji baxçe radikin, rîçal, xweşavê çêdikin. Ên mayî jî em li ser banê axî radixin, li ber tavê hişk dikin û ji bo zivistanê vedişêrin. Em van zivistanê jî difiroşin. Em li baxçeyê xwe bacanê sor, îsto, pîvan, ji fêkiyan jî em sêv, hirmî, tirî, alûçe, mişmişan difiroşin.Em hin giyayên derman ku me ji çiyayên xwe berhev kirine difiroin, ên mayî jî ji malê re dihêlin. Em Kurd têra xwe dikin. Hewcehiya me bi dewletê nîn e. Colemêrg ji gelek hêlan ve dewlemend e. Dewlet baş bi vê dizane ji bo vê bi ser me de tê. Bi sedan sal in ku dewlet bi ser neket, ji niha û pê de jî wê bi ser nekeve. Ji ber ku xwediyên vir em in. Kengî be ev ê ji vir biçin. Ji dîrokê ve tim em li vir bûn û ji niha û pê de jî em ê hebin.’’