Li Parîsê ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemezê çalakiya edaletê

Li paytexta Fransa Parîsê di 9'ê Çileya 2013'an de yek ji damezirînera PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê Fîdan Doğan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez hatibûn qetilkirin. Çalakiya edaletê vê hefteyê jî berdewam kir.

Çalakiya edaletê bi pêşengtiya tevgera jinên Kurd ên Fransayê ve hate lidarxistin, endamên Yekîtiya Jinên Sosyalîst jî piştgirî dan çalakiyê.

Jinên Kurd û nûnerên SKB'ê di saet 14:00'an de hatin pêşiya Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê cihê ku qetlîam lê hatibû kirin û ji bo şehîdên şoreşê deqîqeyekê rêz hate girtin û çeleng danîn pêşiya buroyê.

Di çalakiya edaletê de hat gotin ku eger edaleta Fransayê kesên ku qetlîam pêk anîne eşkere neke, wê lêgerîna edaletê berdewam bike.

Çalakî bi dirûşmeyên 'Şehîd namirin' bi dawî bû.