Jin li Tûnûsê li hev civiyan: Êrîş û rêxistîbûn hatin nîqaşkirin
Jinên ji welatên Rojhilata Navîn li Tûnûsê li hev civiyan. Di civînê de êrîşên AKP’ê yên li ser jinan hatin nîqaşkirin.
Jinên ji welatên Rojhilata Navîn li Tûnûsê li hev civiyan. Di civînê de êrîşên AKP’ê yên li ser jinan hatin nîqaşkirin.
Civîna Jinên Rojhilata Navîn û Ereb ên Meşa Jinan a Cîhanê ya 1’emîn ya li Tûnûsê di navbera 24-27’ê Tebaxê de didome. Delegeyên ji Fîlîstîn, Tûnûs, Urdun, Cezayîr, Mozambîk, Lîbya û Kurdistanê beşdar bûn.
Jinan wêneyên “Azadî ji Kîtham Saafîn, Khalîda Jarrar û Ayşe Gokkanê re” hildan û girtin şermezar kirin.
Roja pêşîn a civînê bi silavkirina jinên girtî yên li girtîgehên Fîlîstîn û Kurdistanê hate destpêkirin û nameya Kîtham Saafîna Fîlîstînî ya ku di Sekreteryaya Rojhilata Navîn a Meşa Jinan a Cîhanê ye, hate xwendin. Di civînê de li ser azadiya jinan, awayên wan ên rêxistibûnê û modela alternatîf a li Rojhilata Navîn hate nîqaşkirin.
‘AKP SIYASETMEDARÊN JIN Û DESTKEFTIYÊN ME DIKIN HEDEF’
Gulcîhan Şîmşek li ser navê Tevgera Jinên Azad beşdarî civînê bû û qala êrîşên desthilatdariya AKP’ê ya li ser jinan, girtina jinan kir. Şîmşekê diyar kir ku di salekê de 352 jin hatine qetilkirin. Şîmşekê qala têkoşîna şoreşgera Kurd Sakîne Cansiz jî kir û pêşniyaz kir ku bila 9’ê Çileyê bibe roja bibîranîna jinên ku bi cinayeta siyasî hatine qetilkirin. Şîmşekê qala kampanyaya “Wê tecrîd têk biçe, wê azadî bi ser bikeve” jî kir.
Civîn bi hilbijartina Sekretaryaya Rojhilata Navîn didome. Piştî civînê wê ji bo Kîtham Saafîn, Khalîda Jarrar û Ayşe Gokkanê çalakî were lidarxistin.