Nûçegihan Mete hate girtin
Xebatkara rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî, ku 21’ê Tebaxê li Bûcayê hatî binçavkirin Semîha Mete hate girtin.
Xebatkara rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî, ku 21’ê Tebaxê li Bûcayê hatî binçavkirin Semîha Mete hate girtin.
21'ê Tebaxê li Buca ya Îzmîrê xebatakara rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Semîha Mete hatibû binçavkirin, piştî îfadeya wê ya li emniyetê duh qediya vê sibehê ew şandin Edliyeya Îzmîrê. Mete bi hinceta ku 'endama rêxistinê ye' û 'propagandaya rêxistinê dike' şandin Dadgeha Cezayê yê 2. ê Silhê. Mete diyar kir ku ew rojnameyê belav dike û îdîa qebûl nekir.
Dadgehê derbarê Mete de bi îdîaya ku gumana ku bireve heye biryara girtina wê da.