Dayikên Aştiyê: Aştî bi Ocalan tê
Dayikên Aştiyê, wê bi daxwaza aştiyê 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê dakevin qadan. Dayik dibêjin, navnîşana aştiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Dayikên Aştiyê, wê bi daxwaza aştiyê 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê dakevin qadan. Dayik dibêjin, navnîşana aştiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, ji bo pêkhatina aştiyê ji sala 2014'an û vir ve bi xavikên xwe yên spî têdikoşin. Yek ji însiyatîfên ku li gelek bajaran xwe bi rengê meclîsan bi rêxistin kiriye, Meclîsa Stenbolê ya Dayikên Aştiyê ye. Piştî ku Mutabaqata Dolmabahçeyê ji aliyê Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ve hat redkirin, Dayikên Aştiyê bi dirûşma "Em dixwazin maseya li Dolmabahçeyê hate qelibandin ji nû ve bê danîn" 4'ê Mijdara 2015'an li pêşiya Qesra Dolmabahçeyê dest bi çalakiyêkirin. Dayikan 58 hefteyan li ber Qesra Dolmabahçeyê daxwaza aştiyê anîn ziman. Ev çalakiya dayikan, bi bahaneya Rewşa Awarte ji 7'ê Kanûna 2016'an û vir ve tê astengkirin.
Dayikên Aştiyê ragihandin, ku wê li her derê di aştiyê de bi israr bin. Dayik li avahiya xwe ya li navçeya Fatîh a Stenbolê li hev dicivin û karê xwe didomînin. Dayikên Aştiyê her roj saet di navbera 10:00-17:00 bi dorê li hev dicivin û di nava rojê de pêşwaziya serdêran dikin. Dayikên Aştiyê xwe ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê amade dikin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê di nava tecrîdeke giran de ye, weke navnîşana çareserî û aştiyê nîşan didin.
'AŞTIYA RASTEQÎN BI OCALAN RE DIBE'
Ji Dayikên Aştiyê Perîhan Akbûlût destnîşan kir ku ji bilî aştiyê ew tiştekî naxwazin û got, "Li tevahiya cîhanê çawa ku ziman û nasnameya her kesî heye, em jî ji vê wêdetir tiştekî naxwazin. Pereyê li şer tê xerckirin têra du Kurdistan û du Tirkiyeyan dike. Qasidê aştiyê, afirînerê aştiyê Îro li Îmraliyê ye. Bi salan e em dixwazin bi Ocalan re muzakere dest pê bikin. Ji ber ku aştiyeke rasteqîn ancax bi wî re bibe. Tevî ewqas êşên giran eger em civak daxwaza aştiyê dikin, afirînerê vê Ocalan e."
Akbûlût ji hikumeta AKP'ê ev pirs kir, "Eger îro siyasetmedarên me dixin girtîgehê, eger civakê ditirsîne, eger hesabê Roboskî nayê dayin û hesabê ewqas komkujiyan nayê dayin, wê çawa aştî pêk were?" û ev bang li hikumetê kir: "Halbûkî aştî ji şer hêsantir e. Aştî biratî ye, wekhevî ye. Şer qirkirin e. Bi salan e em di nava şer de ne; lê dîsa jî em daxwaza aştiyê dikin. Baweriya me aştî ye, lewma em ê bi birydarî dest jê bernedin. Em ê aştiyê bînin vî welatî."
'BI OCALAN RE RÛNÊN'
Dayika Aştiyê Zeynep Calihan jî got, "Em dayik naxwazin leşker, gerîla û polîs bimirin" û wiha dewam kir: "Eger aştî pêk bihata wê mirov ji girtîgehê derketibûna. Zarokên me, wekîlên me, Birêz Abdullah Ocalan wê derketibûya. Ji ber ku berjewendiyên wan di şer de heye, aştiyê naxwazin."
Calihan anî ziman, maseya çareseriyê ya ji aliyê hikumetê ve hate qelibandin, bi hevdîtina bi Ocalan re dikare ji nû ve were danîn û got, "Ew mase hate qelibandin. Ji nû ve dikare bê danîn. Gelo ev gelekî zehmet e? Yên ku vî welatî hêjayî aştiyê nabînin, dewlet e mezinên vê dewletê ne. Rêbertî pêvajoyeke çareseriyê afirand, lê wan mase qeliband. Niha hevdîtinê bi Ocalan re nakin. Ji ber ku eger hevdîtinê bikin, wê aştî û demokrasî pêk were. Berjewendiyên wan di şer de hene. Zarokên dimin ne zarokên wan e. Zarokên dimin zarokên dayikên xwe ne. Bila rondik ji çavên dayina nebarin. Kurd an jî Tirk, êş û rondikên çavên hemûyan weke hev in. Ez Tirk im, zarokên min li girtîgehê ne. Aştî pêk were wê ew zarok derkevin." Calihan ragihand, ji bo aştiyê ew ê her tim li her cihî bin û got, "Em ji bo aştiyê hene."
'ME XAVIKÊN XWE YÊN SPÎ DANÎN BER DERIYÊN WAN'
Dayika Aştiyê Bedîa Gokgûz jî diyar kir ku hewl didin wan hînî şer bikin, lê belê ew ê di aştiyê de bi israr bin û got, "Em çiqasî dibêjin aştî, ew jî dibêjin şer. Her ku em dibêjin bila şer biqede, ew girantir dikin. Li hemberî kê şer dikin? Dayik bi vê xavika xwe ya spî ketin nava kîjan şerî, ew şer sekinandin. Lê belê Tayyîp Erdogan ji vê fêhm nake. Me bi sedan caran xavikên xwe yên spî danîn ber deriyê wan; lê belê ji aştiyê fêhm nakin. Zanin, eger ev şer biqede wê berjewendiyên wan jî biqede."