DKY'ê ji bo Ayşe Gokkan û delegeyên girtî çalakî li dar xist

Jinên ji welatên Rojhilata Navîn li Tûnûsê li hev civiyan û ji bo delegeya DKY'ê (Meşa Jinên Cîhanê) yên girtî  Ayşe Gokkan, Kîtham Saafîn û Khalîda Jarrar çalakiya azadiyê li dar xistin.

Civîna Jinên Rojhilata Navîn û Ereb ên Meşa Jinan a Cîhanê ya 1’emîn ya li Tûnûsê bi şîara 'Hemû jin ji bo mafên gelan û mafên jinan têdikoşin’ îro jî bi gotûbêjan berdewam kir. Jinên delege yên ji Filistîn, Tûnûs, Urdun, Cezayîr, Mozambît, Lîbya û Kurdistanê piştî bidawîbûna civînê ji bo jinên girtî yên Kurdistan û Filistînê çalakiya azadiyê li dar xistin.

Çalakî li paytexta Tûnûsê li rêya Borgîba a Navenda Çanda Neteweyî pêk hat. Jinan pankartên ku  li ser wan 'Ji jinan re azadî, ji Kîtham Saafîn, Khalîda Jarrar û Ayşe Gokkan re azadî' û 'Kesên li hemberî têkoşîna jinan têk çûne, jinan digirin' hatin hildan.

Jinan her wiha ji bo delegeyên DKY'ê yên girtî dirûşmeyên 'Ji Kîtham Saafîn, Khalîda Jarrar û Ayşe Gokkan re azadî', 'Ji jinan re azadî', 'Em ne ji bo koletiyê hatine ser dinyayê, em ji bo jiyana azad hatine dinyayê' berz kirin. Piştî dîrûşmeyan çalakî bi dawî bû.