'Şûjin dengê jinan e, hûn nikarin dengê jinan bibirin’

Jinan diyar kir ku ew saziyên çapemeniya azad yên bi biryarnameyan hatine girtin tenê nahêlin û gotin, wê piştevaniyê mezin bikin û destûrê nedin ku dengê jinan bê birîn.

Piştgiriya ji bo saziyên çapemeniya azad; Gazate Şûjin, Dîhaber û Rojeva Medya ku bi biryarnameyan hatin girtin, dewam dike. Seroka EMEP'ê ya Edeneyê Sevîl Arici got: "Ti biryarname wê nikaribe dengê jinan bibire. Em ê piştevaniya bi Şûjinê re mezin bikin. JINHA û Şûjinê teşeyê xebata azad tercîh kir û tenê bi nûçegîhaniya jinê re cudahiya xwe danîne holê. Bûye çav û guhên her kesên têkoşîna jinê didin."

'WÊ KES NIKARIBE PÊ'

Arici di dewama axaftina xwe de diyar kir, ku desthilatdarî nikare xwe li têkoşîna jinê rabigire û got, "AKP’ê her tim polîtîkayên ku jin hepsê malê kiriye, pêk aniye. Em jin, li dijî kiryarên bi vî rengî têdikoşin û li dijî girtina ajansên me jî wê dengê me bilind bibe. Wê kes nikaribe dengê jinan bibire."

Endama Platforma Jinan a Edenê Rahîme Çelîkê jî bi lêv kir ku wê dijhiqûqiya biryarnameyan bi piştevanî û têkoşîna jinan ji holê rabe û got: "Şûjin li Ensar û cihên tacîz dihatin kirin, li kolanan, li metroyan her tim li dijî êrîşan bû. Bû deng û têkoşîna jinan. Çi dibe bila bibe wê dengê wan nebire."

Endama AHAD-DER'ê Sema Peynîrcî jî li ber girtina saziyên çapemeniyê rabû û got, rojname û ajans dikarin bên girtin, lê nikarin dengê jinan bibirin.