Li Tarsûsê êşkence li girtiyên jin tê kirin
Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tîpa T a Tarsûsê, derket holê ku gardiyanan li girtiyên jin xistine, ew bi erdê re kişandine û bi vî rengî xistine hucreyê.
Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tîpa T a Tarsûsê, derket holê ku gardiyanan li girtiyên jin xistine, ew bi erdê re kişandine û bi vî rengî xistine hucreyê.
Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tîpa T a navçeya Tarsûs a Mersînê, bi kiryarên xwe yên xerab û bûyerên şîdetê her di rojevê de ye. Li gorî agahiyan, roja 24'ê Tebaxê gardiyanan li 6 girtiyan xistine, ew bi erdê re kişandine û xistine hucreyê. Girtiyên jin ên gardiyanan li wan dan, bi rêya telefonê şîdeta li wan hate kirin vegotin. Girtiyan ev agahî dan: "Gardiyanên bi navê Asli, Ayşe û Demet avêtin ser qewîşa C8 û her der belav kirin. Li qewîşê Fatma Gokhan, Guler Arûk, Nevroz, Nuçel, Berîvan Reşît, Selvî Yilan û Kaniye Agriman hebûn. Êrîşî me kirin û li me dan. Em bi erdê re kişandin û xistin hucreya yek kesî. Piştî 3 saetan em li qewîşê vegerandin. Danê êvarê birin revîrê û tevî ku rapora lêdanê dan jî, rapor radestî me nekirin. Gardiyan Asli, Demet û Ayşe diavêjin ser qewîşan û dixwazin tevlîheviyê bikin."
Malbatan xwestin, zext û êşkenceya li girtiyan tê kirin biqedin.