Bi girtinan rastî nayê veşartin 

Nûçegihanên jin, têkildarî saziyên çapemeniyê yên bi rêya biryarnameyê hatin girtin, daxuyaniyek dan çapemeniyê. Jinan diyar kirin, ku bi girtinan rastî nayê veşartin. 

Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê derbarê saziyên Dîhaberê, Rojeva Medya û Rojnameya Şûjin ku ber destê sibehê bi biryarnameya bi hejmara 693'an hatin girtin, li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Jinan ragihandin, ku bi girtinan rastî nayê veşartin. Gelek jinên rojnamevan başdarî civîna çapemeniyê bûn û pankarta "Bi girtinan rastî nayê vêşartin" vekirin.   

Di civînê de rojnamevan Rojda Korkmaz axivî û diyar kir ku zext nikarin bi wan û wiha axivî: "Em ê her tim xwedî  li Dîhaberê, rojava Medya û Şûjinê derbikevin."

Nûçegihana Rojnameya Şûjinê Rojda Ogûz jî li ser navê rojnameyan axivî û wiha got: "AKP di şexsê jinê de dixwaze hemû komkujiyan pêk bîne, çapemeniyê bêdeng bike. Em soz didin ku em ê  bi bawerî û rikek mezin bibin dengê jinan."

Piştî daxuyaniyê civîn bi dawî bû.