Ji ber bijîşkê pispor tine bû, jina ducanî jiyana xwe ji dest da

Jina 8 meh ducanî ku janê ducaniyê lê rabûn, ewil birin Hezexê û piştre birin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Jina ducanî ji ber ku bijîşkên pispor tune bû di rê de jiyana xwe ji dest da. 

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li navçeya Hezexê ya Şirnexê jina 8 meh ducanî piştî êş û janên ducaniyê rakirin Nexweşxaneya Hezexê. Ji ber ku bijîşkên pispor li nexweşxaneyê tine bû, xizmên jina ducanî ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê jî ji ber ku bijîşka pispor a welidînê derketiye destûrê bijîşkên din nekarîbû mudaxale bike. Jina ducanî ku li vir hat rawestandin jiyana xwe ji dest da. 

Li Şirnexê û navçeyên wê ku zêdetirî 500 hezar nifûsa wê heye, bijîşk û personelên tenduristiyê tine ne. 

Li gorî pergala randevûyê ya Wezareta Tenduristiyê tenê 3 jinên pispor ên welidina jinê hene.