Êrîşa sîber bi ser Rojname Şûjinê de hat
Êrîşeke sîber birin ser rojnameya înternetê ya bi navê Gazete Şûjin. Şûjin heta ku vê êrîşê bişkîne wê di ser hesabê medyaya sosyal re nûçeyên xwe par ve bike.
Êrîşeke sîber birin ser rojnameya înternetê ya bi navê Gazete Şûjin. Şûjin heta ku vê êrîşê bişkîne wê di ser hesabê medyaya sosyal re nûçeyên xwe par ve bike.
Gazete Şûjin ku bi dirûşma 'bi niyeta ku bibe şûjina ser zimanê çapemeniyê' nûçegihaniya jinê dike duh êrîşeke sîber bi ser malpera wê de hat. Gazete Şûjin li ser hesabê xwe yê twîtterê got, "malpera me gazetesujin.net, êrîşa sîber li ser heye. Ji bo vê mirov nikare xwe bigihêniyê. Daxuyaniyên hewce û agahdarkirina weşanê di ser hesabê me yê medyaya sosyal de hûn dikarin bişopînin."
'ÊRÎŞ LI HEMÛ JINAN E'
Edîtora Şûjinê Nişmiye Guler got, "Li dijî Şûjinê ku li dijî zimanê nêr ê tehakûmxwaz ê medyayê helwestek e, duh êrîşek anîne, ev êrîş li dijî hemû jinan e. Em hildiberînin, heta ku êrîş werin şikandin em ê xebatên xwe bidomînin. Me bişopînin."