Jinên Êzidî: Xweserî wê rê li ber azadiyê veke
Jinên Êzidî, xweseriya hate ragihandin silav kirin û gotin, ev yek di heman demê de xweseriya jinê ye. Jinan ji bo yekîtiyê, vegera li cih û warên xwe û rêxistinbûnê bang kirin.
Jinên Êzidî, xweseriya hate ragihandin silav kirin û gotin, ev yek di heman demê de xweseriya jinê ye. Jinan ji bo yekîtiyê, vegera li cih û warên xwe û rêxistinbûnê bang kirin.
Civaka Êzidî, piştî berxwedana 4 salan a li çiyayê Şengalê, ku di nava şert û mercên gelekî giran de kir, sazî û meclîsên xwe afirand û îro jî xweseriya xwe ava dike.
'EM Ê TI CARÎ DEST JÊ BERNEDIN'
Jinan, nêrînên xwe yên li ser xweseriyê bi ANF'ê re par ve kirin...
Ciwana bi navê nehle Yûsif got, "Em civaka Êzidî daxwaza azadiya xwe dikin. Em ê ti carî dest ji armanca xwe ya avakirin û parastina îradeya xwe bernedin. Ji ber ku heta niha kesî em neparast û gelek caran ferman li me rabûn. Lewma, ji bilî parastina xwe ti çareya me nîne."
Yûsif bang li hemû Êzidiyan kir ku li cih û warên xwe vegerin û di nava yekîtiyê de jiyana xwe ava bikin.
Edûl Elî jî got, "Me dayikên aştiyê, xweseriya hemû jinan ragihand. Ji bo careke din dijmin nikaribe êrîşî me bike, me ev xweserî ragihand. Di dîroka civaka Êzidî de fermanan herî zêde zilm û zordarî li jinan kirin. Herî zêde jinan li hemberî vê zilmê li ber xwe dan. Em dayikên Şengalî daxwaza jiyaneke xweser dikin û yekane hêza me ya parastinê jî YBŞ/YJŞ ye. Ti hêzeke din a me biparêze nîne."
'AZADIYA ŞENGALÊ DI DESTÊ ME DE YE'
Meyan Xelîl jî destnîşan kir, ku divê civaka Êzdiî xwe bi hev re bi rêxistin bikin û got, "Civaka Êzidî heta niha timî ji aliyê hinekên din ve hatiye birêvebirin. Lê êdî em xwe bi xwe bi rê ve dibin. Azadiya Şengalê di destê me de ye."