Saadet Becerîklî: Wê jin tecrîtê bişkînin

Parlamentera Êlihê ya HDP'ê Saadet Becerîklî ya ku tevli çalakiya Rêxistina Navçeya Akdenîzê ya HDP'ê bû bal kişand ser tecrîta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: "Wê jin tecrîta li ser Rêber Apo bişkînin."

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) ya Navçeya Akdenîza Mêrsînê  bi dirûşmeya 'Em nasekinin em dibêjin bisekinin' li salona dawetê ya li taxa Halê çalakî li dar xist. Di çalakiya ku hat lidarxistin de bi sedan welatî û parlamentera HDP'ê Saadet Becerîklî jî tevli bû.

Saadet di çalakiyê de axivî û wiha got: "Serokê AKP'ê Recep Tayyîp  Erdogan  ji bo îktîdara yekkesî di serî de gelê Kurd êrîşî hemû aliyan dike. Herî dawî jî êrîşî çapemeniya azad kir. Dîhaber, Şûjin û Rojeva Medya girt. Êrîşî hemû kesên muxalîf dikin. Lê wê têk biçin."

Saadet bal kişand ser tecrîta li Îmraliyê ya li ser Rêberê  Gelê Kurd  Abdullah Ocalan jî û wiha got: "Wê jin tecrîtê bişkînin. Ji bo vê jî divê jin berxwedana xwe li hemû derê mezin bikin. Wê nikaribin gelê Kurd têk bibin. Lê wê faşîzm têk biçe."

Saadet piştre tevlî vekirina Nûneriya HDP'ê ya taxa Çîlekê bû.