'Bila civaka Êzidî ji bo azadiya Rêber Apo rabe ser piyan'

Dayika Şengalî Henîfe Xwedêda tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û bi taybetî bang li civaka Êzidî kir, ku ji bo azadiya Ocalan rabe ser piyan.

Dayika bi navê Henîfe Xwedêda ya li Şengalê, têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û tecrîd şermezar kir. Dayika Henîfe got, "Em hêvî diki ku Serok Apo di demeke kin de rizgar bibe."

Henîfe Xwedêda anî ziman, ku tecrîda li ser Ocalan ne ya qebûlkirinê ye û ji civaka Êzidî xwest ku li hemberî vê rabe ser piyan û dengê xwe bilind bike.

Dayika Henîfe destnîşan kir, ku Ocalan rêberê gelên bindest e û got, "Dema ku ferman li Şengalê rabû, civaka Êzidî PKK û Serok Apo nas jî nedikirin. Lê di dema fermanê de, her wiha dema ku PDK'ê xiyanet kir û em di nava devên hovan de hişt, şervanên Serok Apo hatin em xilas kirin. Em civaka Êzidî ti carî radestiya Rêber Apo ji bÎr nakin. Ji bo azadiya Rêber Apo çi ji destê me bê em ê bikin."