ÎHD û parêzer: Rewşa awarte êrîşên li ser jinan zêde kir

Li Amedê parêzer û mafên mirovan ên jin bal kişandin ser vî tiştî ku di Rewşa Awarte de êrîşên li ser jinan zêde bûye û gotin “Divê Rewşa Awarte were rakirin.”

Komîsyona Mafê Jinan a Baroya Amedê û Komîsyona Mafê Jinan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, der barê zext û pêkutiyên li ser jinan ên di serdema OHAL'ê de li avahiya Xizmetê ya Baro civîna çapemeniyê li dar xistin.

Li ser navê jinan Endama Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD'ê Hatîce Demîr daxuyanî da. Demîr, diyar kir ku OHAL'ê jin kiriye hedef û wiha got: "Bi îlana OHAL'ê re û şûnde zextên li ser jinan û pêkutiyên li ser jinan zêdetir bûn. Destkeftiyên jinan bi têkoşîna salan bi dest xistin ji destê wan hat girtin. Bi tundiyê mafê jinan ji destê wan hat girtin.” Demîr, binpêkirinên mafan wiha rêz kir. “Bi pêşnûmeya Xizmeta Nifûsê" mafê jinê yên medenî ji destê wê digirin. Em vê pêşnûmayê qebûl nakin. Jinan li dijî binpêkirinê porê xwe jê kirin. Li girtîgehan ji ber ku jin rastî tundiyê hatin porê xwe jê kirin.

Demîr, bilêv kir ku sipartina cilên yeK rengî li dijî rûmeta mirovahiyê ye û li dijî peymanên navneteweyî û Neteweya Yekbûyî ye. Bi KHK û OHAL'ê re, qada lêgerina mafên jinan hatiye sînorkirin.