Tevgera Jinên Azad (TJA) piştî kampanyaya “Em ê qirkirina jinan bidin sekinandin, em ê jiyanê azad bikin” ji bo balkişandina qirkirina jinan vîdeoyek amade kir.
Vîdeo wê li ser medyaya civakî were weşandin û tê de çîroka jinên ku ji aliyê mêran hatine qetilkirin cih bigire.
Di vîdeoyê de qala çîroka qetilkirina Emanî Al Rahmûn, Amîne Demîrtaş, Taybet Înan, Pîppa Bacca, Dîlek Dogan, Hacer Alan û Ozgecan Aslan tê kirin. Hin çîrokên di vîdeoyê de cih digirin wisa ne:
*Ez Amîne Demîrtaş, 17 salî bûm. Ji ber ku min şîfreya telefona xwe neda birayê xwe Kasim Demîrtaş bi îşkenceyê hatim kuştin.
*Ez dayîka 11 zarokan Taybet Înan. Di ‘qedexeyên derketina derve’ de, dema ku ji mala cîrana xwe dihatim li kuçeyê bi gulleya dewletê hatim kuştin. Cenazeyê min 7 rojan li erdê ma.
*Ez Dîlek Dogan, ji ber ku min ji wan re got ‘galoşan têxin piyê xwe’ ji aliyê polîsên dewletê ve hatim kuştin.
*Ez Ozgecan Aslan, 20 salî bûm û xwendekara zanîngehê bûm. Dema ji dibistanê dihatim malê, bi awayekî hovane hatim kuştin.
‘EM Ê LI BER XWE BIDIN Û EM Ê JIYANÊ AZAD BIKIN’
Di vîdeoyê de ev tişt jî hate gotin:
“Mêrên ku nêzî me ne, mafê we tune ye ku, hûn me jinan qetil bikin. Bi çeteyên xwe yên tecavûz û fihûşê hûn nikarin jiyana me bi dawî bikin. Û tu dewlet! Tu yê nikaribî jinan bikî milk û qetilkirina me meşrû bikî. Em ê li ber xwe bidin! Em ê qirkirina jinan bidin sekinandin û em ê jiyana azad bikin!”