JIN
Hemû Nûçe
-
Li Essenê şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn
Li bajarê Elmanya Essenê şehîdên meha Cotmehê bi merasîmekê hatin bibîranîn. -
3. Konferansa Jinên Ciwan ên Azad pêk hat
3. Konferansa Jinên Ciwan ên Azad, bi beşdariya gelek delegeyan pêk hat. -
Jin nexşerêya xwe diyar dikin
Jinên ku hemû mafên wan ji aliyê qeyûm ve hatine desteserkirin, nexşerêya xwe ya ji bo serdema nû diyar dikin. Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Besîme Konca got, wê pêşî li hemû êrîşan bigirin. -
Li Darmstadtê Konferansa Jinên Ciwan a 3’emîn dest pê kir
Jinên Ciwan ên Azad li bajarê Darmstadtê Konferansa Jinên Ciwan li dar dixe. -
Dayikên Şemiyê ji bo Duzgun Tekîn civiyan
Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqubeta Duzgun Tekîn ku di 21’ê Cotmeha 1995’an de hate binçavkirin û dibin çavan de hate windakirin, pirsîn. -
Bêrîtan li Adigey û Kleve hate bibîranîn- NÛ BÛ
Organîzasyona Jinên Kurd a li Adigeyê, gerîlaya PKK’ê Bêrîtan (Gulnaz Karakaş) bi bîr anî. Li bajarê Kleve yê Elmanyayê jî bîranîna şehîdan hate lidarxistin. -
'Li ku derê jinên Êzidî zerarê bibînin, wê YJŞ li wir be'
Şervana YJŞ'ê Jiyanda Êzîdxan a ji Pêngava Rizgarkirina Reqayê vegeriya got, "Li ku derê jinên Êzidî zerarê bibînin wê YJŞ li wir be. Bi xurtkirina têkoşîna xwe re em ê pêşî li êrîşên li ser civakê û jinan bigirin." -
Namme O. a li dijî şîdetê xwe parast, nayê berdan
Li Tirkiyeyê di nava 10 mehan de nêzî 200 jin hatin kuştin. Namme jî, ji bo canê xwe rizgar bike, hevserê xwe yê berê yê şîdet lê dikir kuşt. Ev saleke Namme bi rengekî girtî tê darizandin. -
YPJ: Xeta Bêrîtan çavkaniya me ya têkoşînê ye
Fermandariya Giştî ya YPJ'ê destnîşan kir, ku şoreşgera mezin Bêrîtan (Gulnaz Karataş) li dijî xiyanetê, temsîla jina azad û berxwedêr dike û got, "Xeta Bêrîtan ji bo me çavkaniya têkoşînê ye." -
PAJK: Bêrîtan rûmeta jinên azad û Kurdên azad e
PAJK’ê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) bi bîr anî ya ku di 25’ê Cotmeha 1992’an de li hemberî êrîşên PDK’ê yên li Başûrê Kurdistanê teslîm nebû û xwe ji latê avêt. -
Li Dusseldorfê panêla 'jineolojiyê'
Li Dusseldorfê jinên Kurd li panêla jineolojiyê axivîn. -
'Bêrîtanbûn; hêza rizgariyê ya civak, jinan û welat e'
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-Starê di şexsê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) de şehîdên meha Cotmehê bi bîr anî. -
PAJK: Ewlekarî û tenduristiya Rêberê me stratejîk e
Koordînasyona PAJK'ê li ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocaland axuyaniyek weşand û got, "Ewlekarî, jiyan û tenduristiya Rêberê me ewçend stratejîk e, ku nabe li ser vê yekê polîtîka bê kirin." -
Li Berlîn û Dûîsbûrgê şehîd hatin bibîranîn
Li Elmanyayê li Berlîn û Dûîsbûrgê şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn. -
Girtiyên jin ji bo Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin
Girtiyên jin ên siyasî yên li Girtîgeha Hejmara 1'ê ya Kandirayê, ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin. -
TJK-E: Gef li mafê me yê jiyanê tê xwarin
TJK-E ji bo çalakiyên li dijî gefên li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kirin, banga tevlîbûnê kir. -
TJA: Daxuyaniya DYA’yê li jinên Kurd heqaret e
Tevgera Jinên Azad têkildarî daxuyaniya DYA’yê got ku, “Daxuyaniya DYA’yê ya ji bo Ocalan bêhurmetiyeke mezin e.” -
Dayikên Şemiyê cara 656’an li hev civiyan
Dayikên Şemiyê ji bo Abdûlkerîm Yûrtseven, Mîktad Ozeken û Munîr Saritaş ku hatibûn windakirin li hev civiyan. Di çalakiyê de wiha hate gotin; “Li dijî hikûmeta ku bi Rewşa Awarte re dixwaze tirsê belav bike, em natirsin.” -
Serketina Reqayê ji bo jinên li Rojhilata Navîn serdemeke nû ye
Yek ji armancên bingehîn ên DAIŞ'ê, ku bi sala 2014'an re li Rojhilata Navîn xwe nîşan da, têkbirina azadiya jinê bû. -
Jinên HDP'yî: Tecrîd rê li ber komkujî û kaosê vedike
Meclîsa Jinan a HDP'ê diyar kir, ku tecrîda li ser Ocalan rê li ber komkujî û kaosê vedike û ji her kesî xwest, ku li ber tecrîdê rabin. -
Jinên daketin kolanan: Ti hûkmê qanûna muftiyan nîne
Jinan pêşnûme yasaya rayeya pevjînê dide muftiyan ku di meclîsê de bê dengdan li Başîktaşê bi meşekê protestokirin. Jinan diyar kirin ku wê qanûna dijminahiya li dijî jinê wê nas nekin û gotin: “Ti hûkmê qanûna muftiyan nîne.” -
Jinên Ciwan ên Êzidxanê: Azadiya Rêber Apo azadiya hemû civakên bindest e
Jinên Ciwan ên Êzidxanê têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û diyar kir ku azadiya Rêber Apo azadiya hemû civakê bindest e. -
Li ser girtiyên jin lêgerîna tazî tê ferzkirin
Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Jinan a Tîpa L a Bakirkoyê li ser girtiyên jin lêgerîna tazî tê ferzkirin. -
'Gefa li Ocalan, gefa li hebûna me ye'
Nûnertiya Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî û CENÎ, fikarên xwe yên li ser jiyana Ocalan anîn ziman û ji bo rakirina tecrîdê banga liv û tevgerê kirin. -
YJK-E ji bo Ocalan bang kir
Yekîtiya Jinên Kurd li Elmanyayê (YJK-E) bang kir, ku heta fikar û gumanên li ser tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çareser bibin, divê bi rengekî bê navber çalakî bên kirin.