Li ser girtiyên jin lêgerîna tazî tê ferzkirin

Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Jinan a Tîpa L a Bakirkoyê li ser girtiyên jin lêgerîna tazî tê ferzkirin.

Parêzerên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) binpêkirinên mafên mirovan ê li Girtîgeha Jinan a Tîpa L a Bakirkoyê parve kirin.

Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan wisa rêz kirin:

“Name bi derengî tê dayîn. Hin name nayên dayîn. Li ser jinên ku nû hatine girtin, lêgerîna tazî tê ferz kirin. Girtiyan diyar kirine ku ew ê van pêkanînên rûmetşikên qebûl nekin. Hevdîtinên vekirî û girtî ligel ku saetek e, kirine nîv saet. Dema ku girtî diçin nexweşxaneyê tedawiya bi kelepçe li ser girtiyan tê ferzkirin. Ji ber ku girtî vê tedawiyê qebûl nakin, bêyî ku werin tedawîkirin dîsa tên girtîgehê. Di du mehên dawîn de di destê sibehê de digirin ser qawîşan û dixwazin lêgerînê bikin.”