Li Darmstadtê Konferansa Jinên Ciwan a 3’emîn dest pê kir

Jinên Ciwan ên Azad li bajarê Darmstadtê Konferansa Jinên Ciwan li dar dixe.

Jinên Ciwan ên Azad li Elmanyayê hatin ba hev û li Darmstadtê Konferansa Jinên Ciwan a 3’emîn li dar dixin.

BOTAN: BI FELSEFEYA RÊBERTIYÊ  EM Ê AZAD BIBIN

Piştî rêzgirtinê Bermal Botan axivî û got, “Bi felsefeya Rêbertiyê ew ê hemû jinên cîhanê azad bibin”

DERSIM: DIVÊ EM RÊXISTINBÛNÊ XURT BIKIN

Li ser navê TJK-E’yê Zeynep Dersim axivî û hemû jinên ku di meha Cotmehê de şehîd bûne, bi bîr anî û diyar kir ku divê rêxistinîbûn were xurtkirin.

Piştî Dersimê, ji Komîteya Jinên Enternasyonal a Wolsbûrgê Maren Weîst mafê axaftinê wergirt û diyar kir ku li Ewrûpayê jî zayendparêzî heye û mêr şîddetê li jinan dike.

Di konferansê de wê ‘Xwebûn’ û ‘Xweparastin’ were nîqaşkirin û di rûniştinên din de wê peyamên ku ji çiyayên azad tên, werin temaşekirin.