Li Dusseldorfê panêla 'jineolojiyê'

Li Dusseldorfê jinên Kurd li panêla jineolojiyê axivîn.

Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê, bi Însiyatîfa Jinan a Nalîn Mûş panêla jineolojiyê pêk hat. Destpêka panêlê ya ku li Navenda Çanda Kurd a Dusseldorfê pêk hatî li ser navê Însyatîfê Sevîm Balci Ozen axivî. Balci Ozen şehîdên Cotmehê bi bîr anî, behsa rola jinan a di Tevgera Azadiya Kurd de kir.

Piştre endama Komîteya Jineolojiyê ya Ewropayê Zîlan Dersim axivî. Dersim qala dîroka jinê û derketina zanîna jineolojiyê û armanca wê kir. Dersim behsa xebatên berê kir ku çawa di guherîn veguherîna civakê de karîger bûne û got armanca vê xebatê jî ew e ku di şexsê jinê de civakê bi pêş ve bibin. Dersim diyar kir ji bo ku mirov ji hişmendiya mêtingeriyê xilas bibe girîng e ku jin dîsa di jiyanê de bibe diyarker. Dersim got, "Armanca van xebatan ku  li dor felsefeya Xwebûnê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne pêşxistin ew e ku jin xwe nas bikin û xwe li gorî vê dîsa ava bikin. Ji bo vê jî divê jin rêxistina xwe bidin ber xwe."