'Pêwîst e jin di destûra nû ya Sûriyeyê de xwedî rolek sereke bin'
Jinên Kurd û Suryanî destnîşan kirin ku ew ê avabûna Sûriyeyeke bêyî mafê jinan qebûl nekin û gotin, divê mafê jinan di hemû pêkhateyan de were parastin.
Jinên Kurd û Suryanî destnîşan kirin ku ew ê avabûna Sûriyeyeke bêyî mafê jinan qebûl nekin û gotin, divê mafê jinan di hemû pêkhateyan de were parastin.
Bi taybet ji ber ku di pergala dîktatorî ya rêjîma Baasê de jin ji her mafî hatibûn mehrûmkirin, moralê gelê Sûriyeyê bi hilweşîna rêjîma Baasê re bilind bû. Bi Rêveberiya Xweser a Demokratîk mafê her pêkhateyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat parastin. Her wiha jin di hemû qadên civakê de rola herî bingehîn dilîzin. Bi hatina Rêveberiya Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ), jin dixwazin ku di destûra nû ya Sûriyeyê de mafê wan neyê windakirin û bi awayekî wekhev ji bo jin û mêran were nivîsandin. Lê Rêveberiya Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) li Sûriyeyê dixwaze mafê jinan binpê bike û pergala baviksalariyê jinûve ava bike.
Jinên Kurd û Suryanî ji ANF'ê re axivîn û gotin divê di destûra nû ya Sûriyeyê de jin xwedî roleke bingehîn bin.
Hevseroka Nivîsgeha Rêxistinî ya Tevgara Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Şaha Xelîl da zanîn ku jin ji demeke dîrokî derbas dibin û pêwîst e ku jin bi ligel hemû pêkhateyên xwe û bi yekîtî li hember hemû polîtîkayên qirêj bisekinin û qebûl nekin ku Sûriyeyeke bê maf û şêwreya jinan ava bibe û wiha pêde çû: “Zihniyeta berî 5 hezar salî ya, bi gelek hewildan û hincetên cur bi cur dixwest jinan têk bibe. Her tim xwest maf, hebûn, rol û rista jinê paşguh dikir û dixwest jin di nav çar dîwaran de bimînin. Bi derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê ya ku jin di her aliyê civakê de kirin xwedî rol û pêşeng, ev siyasetên qirêj ên li ser jin hatin pûçkirin.”
‘HTŞ’E DIXWAZE SÎSTEMA BAASÊ CAREKE DIN NÛ BIKE’
Şaha Xelîl diyar kir ku bi hilweşîan rêjîma Baasê ya dîktator em ketin pêvajoyeke nû ya dîrokî û got: “Dema pergala Baasê ya qirêj ket, Rêveberiya Heyet Tehrîr El-Şamê li Sûriyeya nû bû serwer, û em kêfxweş bûn ku wê êdî Sûriyeyeke demokrat û mafê jinan diparêze dê were avakirin. Lê ev rêveberî careke din dixwaze pergala Baasê vegerîne û jinan ji tevahiya mafên wan dûr bixîne. Bila baş bizanin ku ketina Rêveberiya Xweser ketina tevahiya Kurdistanê ye. Herî dawî dixwazim bibêjim em ê tu carî destûr nedin ku Sûriyeyeke bûyî mafên jinan were avakirin. Em ne tenê ji bo jinên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê yekê dibêjin em rewşa tevahî jinên Sûriyê dikin nav. Pêwîst e em jin bi hemû pêkhateyên xwe di nav hevgirtinê û yekîtiyê de li hember ergalên qirêj ên li dijî jinan bisekinin û qebûl nekin di destûra nû ya Sûriyeyê de mafê jinan were binpêkirin.”
‘PÊWÎST E MAFÊN JINÊN SÛRYANÎ JÎ WERIN PARASTIN’
Hevseroka Meclisa Cibîcîkar ya Kantona Cizîrê Vivyan Biho Osê ji pêkhateya Sûriyan destnîşan kir ku tişta herî giring ew e ku jin di destûra nû ya Sûriyeyê de bibin xwedî roleke sereke da ku Sûriyeyeke demokrat û aştiyane were avakirin û wiha got: “Dema ku rejîma Baasê Sûriye bi rê ve dibir, wek gelê Suryanî pir êşkence li me dihat kirin û em di welatê xwe de windayî bûn. Lê bi hatina Rêverberiya HTŞ'ê em qebûl nakin ku careke din ev yek li ser me bê meşandin. Em dengê xwe ji tevahî dewletên cîhanê re bilind dikin ku li Sûriyeyê xwedî li mafên gelan û hemû pêkhateyên civakî derkevin. Yek ji pêkhateyên resen yên li Sûriyeyê Suryanî ne. Beramberî vê yekê jî pêwîst e mafê me jî di vê destûra nû ya Sûriyeyê de hebe. Bi taybet wek jinên Suryanî em dibêjin eger jin di destûra nû ya Sûriyeyê de cihê xwe negirin, dê wê Sûriyeyeke bêmaf û nedemokratîk ava bibe.”
‘MAFÊ BERXWEDANIYA JINAN WÊ NEYÊ WINDAKIRIN’
Endama Yekîtiya Jinên Suryanî Elham Matlê jî destnîşan kir ku jinên Suryanî ji gelek êş û azaran derbas bûn û mafê wan ji her aliyî ve hat windakirin.
Elham Matlê wiha axaftina xwe domand û got: “Di dirêjahiya dîrokê de jinên Suryanî ji gelek tiştên zehmet derbas bûn, lê bi hatina Rêveberiya Xweser a Demokratîk em wek jinên Suryanî bûn xwedî hêz û me di hemû aliyên jiyanê de cih girt. Hilweşîna pergala qirêj û dîktator a Baasê ji bo me bû vejînek nû. Me êdî got dê Sûriyeyeke demokrat û bi hebûna jinan dê were avakirin. Lê mixabin tiştên ku diqewimin nîşanî me didin ku bi taybet di warê mafên jinan de pergala Baasê wê bi destê HTŞ'ê xwe dubare bike. Ev yek dê neyê qebûlkirin û divê di destûra nû ya Sûriyeyê de jinên ji tevahiya pêkhateyan cihê xwe tê de bigirin. Ji ber ku ev yek mafê berxwedaniya jinan a bi salan e û nabe berxwedaniya me bê encam derkeve.”