TJA: Daxuyaniya DYA’yê li jinên Kurd heqaret e

Tevgera Jinên Azad têkildarî daxuyaniya DYA’yê got ku, “Daxuyaniya DYA’yê ya ji bo Ocalan bêhurmetiyeke mezin e.”

Tevgera Jinên Azad nerazîbûn nîşanî daxuyaniya DYA’yê ya piştî rizgarkirina Reqayê da. TJA’yê bal kişand ser tecrîda giran a li ser Ocalan.

Daxuyaniya TJA’yê wisa ye:

“Rêzdar Ocalan îradeya bi milyonan kesan temsîl dike. Rola paradîgmaya Rêzdar Ocalan a di şoreşa Rojava de tê zanîn. Di vê pêvajoyê de gelê me li hemberî tecrîdê li Ewrûpa û Kurdistanê di nav çalakiyan de ye.

Daxuyaniya konsolosxaneya DYA’yê ya têkildarî Rêzdar Ocalan bêhurmetiyeke polîtîk a li hemberî jinên Kurd û gelê Kurd e. Rêber rêzdariya xwe ji berxwedêriya gel, têkoşîna demokrasiyê û şoreşên civakî werdigirin.

Di vê çarçoveyê de em daxuyaniya konsolosxaneyê şermezar dikin û diyar dikin ku divê têkildarî vê daxuyaniyê sererastkirinê bikin.”