Namme O. a li dijî şîdetê xwe parast, nayê berdan

Li Tirkiyeyê di nava 10 mehan de nêzî 200 jin hatin kuştin. Namme jî, ji bo canê xwe rizgar bike, hevserê xwe yê berê yê şîdet lê dikir kuşt. Ev saleke Namme bi rengekî girtî tê darizandin.

Agahiyên li ser şîdeta li jinê, her roj zêde dibin. Di 10 mehên sala 2017'an bi qasî 200 jin hatin kuştin. Piraniya wan ji aliyê hevser, hezkirî ya jî bavê xwe ve hatin kuştin. Tevî ku daxwaza parastinê ji hikumetê kirin jî hatin kuştin. Li gorî rapora ji aliyê Bîanetê ve li ser mijarê hate amadekirin, Çileya 2017'an 20, meha Sibatê 24, meha Adarê 29, meha Nîsanê 19, meha Gulanê 29 jin û zarok, meha Tîrmehê 20 jin, meha Tebaxê 13, meha Îlonê 28 jin ji aliyê zilaman ve hatin kuştin. Rêjeya destavêtin, destdirêjî, birîndarkirin û îstîsmarkirina jinan jî gelekî zêde ye.

Li aliyê din ê vê tabloyê, jinên ku li dijî şîdeta mêr xwe parastine hene. Ev yek bi taybetî bi dozên Çîlem Dogan û Nevîn Yildirim kete rojevê. Jinên ku mêr şîdetê li wan dikin, tevî ku serî li malbatên xwe yan jî rayedaran didin jî, tiştek nayê kirin û encam naguhere.

DU CARAN SERÎ LI POLÎSAN DA

Namme O. ya li Tûzlayê dijî, ji ber dozeke bi heman rengî tê darizandin. Namme O. ku hevserê wê yê berê Kazim Aydemîr şîdet lê dikir, di dema nîqaşekê de gava ku hevserê wê yê berê çekê dide serê wê, li ber xwe dide û bi kêrekê li hevserê xwe yê dikeve erdê dide û wî dikuje. Namme O. ev saleke girtî ye. Li rûniştina dadgehê anî ziman, ku beriya ji hev cihê bibin, hevserê wê şîdet lê dikir, wê jî 2 caran serî li polîsan da, polîsan jê re gotin, 'em li hevserê te jî guhdarî bikin' û piştî vê yekê şîdeta lê dihate kirin zêdetir bû.

Namme O. di îfadeya xwe de her wiha anî ziman, ku piştî cihê bûn jî hevserê wê dest ji wê berneda û hewl da bi zorê têkiliyê pê re deyne. Namme O. da zanîn ku zext û şîdeta Kazim Aydemîr piştî cihêbûnê jî dewam kiriye û di şeva bûyerê de hevserê wê yê berê çek daye serê wê û hewl daye wê derxîne derve. Namme O. diyar kir, ku di vê kêliyê de wê li hemberî Aydemîr li ber xwe daye, Aydemîr ketiye erdê û ji bo jiyana xwe rizgar bike, bi kêra hevserê xwe, xwe parastiye.

MALBATÊ JÎ GOT 'EM BI KAZIM RE BIAXIVIN'

Namme O. ragihand, ku Kazim Aydemîr gelek caran ew bi jinên cuda xapandiye û li ser vê yekê xwestiye jê cihê bibe, lê gefa kuştinê lê hatiye xwarin. Namme O. got, "Ez zanim bê çi ez anî heta vê derê. Gelek caran li ber kurê min ê 8 salî û xezûrê min li min da. Malbata min niha li vir li dadgehê ye, lê di wê wextê de xwedî li min derneketin. Du caran bi telefonê bi kekê xwe re axivîm. Min jê re got ku zewacama min nameşe û dixwazim cihê bibim. Ji min re got, 'em bi Kazim re jî biaxivin'. Piştre telefon kir û got, 'me di navbera xwe de çareser kiriye'. Jiyana min di navbera xwe de çareser kirine. Niha tenê ji bo wijdan tên vê derê."