YPJ: Xeta Bêrîtan çavkaniya me ya têkoşînê ye

Fermandariya Giştî ya YPJ'ê destnîşan kir, ku şoreşgera mezin Bêrîtan (Gulnaz Karataş) li dijî xiyanetê, temsîla jina azad û berxwedêr dike û got, "Xeta Bêrîtan ji bo me çavkaniya têkoşînê ye."

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Gulnaz Karataş (Bêrîtan) di salvegera 25. a şehadeta wê de, bi bîr anî.

Di destpêka daxuyaniya fermandariyê de hat gotin, "Bi wesîleya salvegera 25. a şehadeta kesayeta pêşeng, şoreşger, têkoşer û fermandara mezin a jinên Kurdistanê, Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî), em hemû şehîdên ku canê xwe di oxira şoreşa Kurdistanê de feda kirine, her wiha hevrê Azîme, Gurbetelî Ersoz, Arîn Mîrkan, Stêrk, Hebûn, Rojda, Sema, Şevîn, Dilîşan ên li ser şopa Bêrîtan meşiyan û di şoreşa Bakurê Sûriyeyê de gihîştin mertebeya şehadetê bi rêzdarî bi bîr tînin. Em soza xwe ya bi şehîdan re careke din nû dikin."

Fermandariyê ragihandin, ku di sedsala 21'ê de fikir û felsefa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku pêşkêşî jinên Kurd kiriye, di pêşengtiya tevgera jinên Kurd de têkoşîna jinan a li hemberî feraseta desthilatdar û pergala mêrê serdest xwe gihandiye asteke rêxistinî, leşkerî, civakî, siyasî, çandî û exlaqî. 

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku pergala serdest îro bi destê hêzên faşîst, nijatperest, olperest ên weke çeteyên DAIŞ’ê êrîşî jinan dikin û wiha hat gotin, "Tirsa herî mezin a pergala mêrê desthilatdar dijî tirsa ji jina azad e. Jinên Kurd di dîrokê de timî bi sekna xwe ya welatparêz, îsyankar û berxwedêr li hemberî zihniyeta feodal û jinê bê vîn dîtiye li ber xwe da ye. Ji dayîka xwedewand Staran bigire heya Besê û Zarîfeyan, ji Leyla Qasim bigire heya Şîrîn Elemûliyan, ji Sarayan bigire heya Zîlan, Sema, Viyan, Bêrîtan, Arîn, Şevîn û bi deh hezaran şopdarên weke wan dîroka jin a azadiyê bi xwîna xwe nivîsandin."

Fermandariya Giştî ya YPJ'ê diyar kir, ku fermandara mezin Bêrîtan Hêvî ji bo tevgera azadiya jin bû sembola xeta berxwedanê û wiha dewam kir: "Şoreşgera mezin hevrê Bêrîtan di şerê sala 1992'an de, li hemberî artêşa faşîst a dewleta Tirk û her wiha li hemberî Hêzên paşverû yên herêmê hatibû destpêkirin heya kêliya dawî şer dike û ji bo nekeve destê dijmin xwe ji zinar davêje. Bi şehadeta fermandar Bêrîtan re Rêber APO yekemîn artêşa jina Kurd ava kir. Ji bo wê şoreşgera mezin Bêrîtan ji bo hemû jinên Kurd li hemberî xeta îxanetê temsîla xeta jina azad û berxwedêr dike.

Em weke Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) xeta fermandar Bêrîtan ji bo xwe dikin çavkaniya têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê. Em tekoşîna xwe ne tenê ji bo azadiya jinên Kurd dimeşînin, em ji bo tevahî jinên Cîhanê têdikoşin dikin. Weke YPJ’ê em dibêjin heya ku jinekî bindest hebe, em ê tekoşîna xwe bimeşînin.

Li ser vê bingehê em careke din fermandara mezin Bêrîtan, şehîdên meha Cotmehê, şehîdên şoreşa Bakurê Sûriyê û tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê bi bîr tînin û cardin soza bi cih anîna hêvî û xeyalên wan tînin ziman."