'Li ku derê jinên Êzidî zerarê bibînin, wê YJŞ li wir be'

Şervana YJŞ'ê Jiyanda Êzîdxan a ji Pêngava Rizgarkirina Reqayê vegeriya got, "Li ku derê jinên Êzidî zerarê bibînin wê YJŞ li wir be. Bi xurtkirina têkoşîna xwe re em ê pêşî li êrîşên li ser civakê û jinan bigirin."

Şervana Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Jiyanda Êzîdxan ya ku di Cenga Mezin ya rizgarkirina Reqayê de cihê xwe girtibû piştî rizgarkirina bajêr û vegeriyan  ser axa pîroz ya Şengalê  ji ajansa me re axivî. Jiyanda Êzîdxan got, ‘’ Niha me  jinan hindek armancên xwe pêk anîne. Yek jê em ketin navenda xilafetê û me kire şer û heya ji destê me hat me tola xwîşk û dayikên xwe ji çeteyan hilanî û  ya din jî me xwe di nava wan kesên de ku di gotin jin darê şkestiye, me da diyar kirin ku jin çiqas dikara li ber xwe bide û tola xwe ji her kesî hilîne, ku zerar bidê jinê.’’

Şervana YJŞ’ê Jiyanda Êzîdxan wiha bersiv da pirsên ajansa me:

Armanca we ya ji çûna Reqa çibû?

Piştî 2014’an YJŞ hatiye avakirin û di fermanê de gelek dayik û jinên me dîl ketin destê çeteyan de, ew sedem bû ku em derbasî Reqa bibin û tola wan hilînin. Li ser vî esasî me  hêza jinê  beriyar da ku jina Êzidî bi xwe tola xwe hilîna û cihê ku xwestin jina Êzidî di wir de were tune kirin, me xwest em derbasî wir bibin û nehêlin  armanca wan li ser jina Êzidî pêk were.

Reqa dihat çi wateyê?

Wek kesayet ji min re Reqa pir balkêş dihat ji ber ku her tim min ew hizir dikir ku çawa di bajarekî wek Reqayê de dayikên me werin firotin û tacawizî li ser were kirin. Hebûna me wek keçên Êzidî û ji bona tola xwe hilanîn tiştek pir cuda ye, ji ber ku em li ser esasê rizgarkirina wan dayik û keçan çûbûne wir.

Çend dayik ji bajarê xilafetê hatin rizgar kirin ?

Di dema fermanê de gelek jinên Êzidî hatin girtin û armanca wan  bi xwe ew bû ku jina Êzidî were tune kirin,lê çiqas hewildanên xwe kirin jî nedikarîn jina Êzidî tune bikin. Ji dema niha her ku diçe jina Êzidî bi hêz dibe û di nava cîhanê de bi hêza xwe tê nas kirin, ji ber ku ji tunebûnê hebûna xwe ava kir , hêza xwe ya leşkerî ava kir,  parastina dayik û jinên Êzidî da avakirin, xwe di nava civak Êzidî de da naskirin,

Di tekoşîna jina Êzidî de ya li Reqayê de gelek  jin hatin rizgarkirin. Erê rast e di dema fermanê de bi hezaran dayik ketin destê DAIŞ’ê de lê me bi tekoşîna xwe bi hezaran ji wan rizgar kirin jî,ne tenê jin di heman demê de dayik zarok û îxtiyar jî hattin rizgar kirin. Her dijmin çiqas xwest di şexsê civaka Êzidî de jinê tune bike lê berovajî wê rastî êrîşa wan jinan jî hat û jina Êzidî wê tu caran li hember dijmin serê xwe netewîne û wê tu caran li hember tu êrîşan jî bêdeng ne mîme.

Têkoşîna we wê bi çi rengî be?

Niha me jinan hindek armancên xwe pêk anîne. Yek jê em ketin navenda xilafetê û me kire şer û heya ji destê me hat me tola xwîşk û dayikên xwe ji çeteyan hilanî û  ya din jî me xwe di nava wan kesên de ku di gotin jin darê şkestiye, me da diyar kirin ku jin çiqas dikara li ber xwe bide û tola xwe ji her kesî hilîne, ku zerarê bidê jinê. Wan çeteyên  ku digot em dikarin jina  Êzidî tune bikin îro ji ber jina Êzidî çokên wan dilerizin,dema me ew dayik di destê wan çeteyan didîtin em gelek bi hêrs dibûn û di heman demê de me hêz jî ji wan digirt, me digot em ê  tola jinê bi destê xwe hilînin û heya  niha jî em ê berdewamî bidin wê tekoşîna xwe ya li hember her êrîşa bi  ser dayika Êzidî de. Dema ku em wan rojên fermanê didin ber çavê xwe û ew hêzên ku ji pişta me reviyan em hîn bêhtir dest bi xurtkirina tekoşîna xwe dikin û artêşa xwe bi hêztir dikin. Li hember her êrîşa ku were ser civaka Êzidî nema wê jina Êzidî çavê xwe lê bigire û wê tu caran tu êrîşê li ser xwe û civaka xwe qebûl bike. Li kûderê jina Êzidî zerar bibîne wê YJŞ li wir be, her çiqas em karibin tekoşîna xwe xurt bikin wê demê dikarin êrîşên li ser jin û civaka xwe jî tune bikin.

Wê hêza YJŞ’ê çiqas bibe hêviya gel?

Em di wê baweriye de ne ku ger beriya sala 2014’an hêzeke wek YJŞ’ê hebiya wê niha ew qas jinên me dîl ne di destê çeteyan de bûna. Gelek jinan bi xwe jî dema li YJŞ’ê dinerîn pir piçûk didîtin lê dema ez bi xwe tevlî nav refên YJŞ’ê bûm nû min ew qas zanî çend hêz û wateya wan heye û çiqas dikarin li ber xwe bidin û civaka xwe bi parêzin. Piştî avakirina hêzek wek YJŞ’ê êdî tu dijmin û tu artêş nikare derbasî Şengal bibe û wisa bi hêsanî gelê Êzidî qetil bike, yan jî tune bike ger ew hewildan jî kirin wê derhal YJŞ’ê li hember xwe bibînin.

YJŞ niha bûye vîna civaka Êzidî, ji xwe niha gel bi xwe YJŞ’ê wek bersiva fermanan nas dike û bi nav dike. Me bi xwe vîna xwe ava kir. Êdî kes nikara vê yekê têk bibe yan jî înkar bike,ji ber ku jina Êzidî ew vîna bi xwe daya rûnişkanin û avakirin,beriya ku YJŞ were avakirin vîneke vî gelî nebû, ev  gel bê îrada hatibû hiştin ji ber wê jî her tim rû bi rûyê fermanan jî bû.

Ji bo jinên Êzidî projên YJŞ’ê çi ne?

Wek YJŞ’ê niha di nava civaka Êzidî hatiye belav kirin û bûye parêzvana jinê û civaka Êzidî. Wê bi hemû hêza xwe li hember lîstokên qirêj ên dijmin were rawestandin da ku careke din ew jina Êzidî ya ku di fermana 2014’an ew qas zerar dît li ser wê dûbara nebe. Wê hemû projên me ew bin ku em civaka xwe ya Êzidî û bi taybetî jina Êzidî ji bin vê zilma ku ew qas sal in bi serê wê de dihat bişkênin. Ya din jî wek proje ji xwe her kesî mînaka jina Êzidî ya li paytexta xilafetê ku çawa DAIŞ têk bir kete bi çavên gel, ji  wê bêhtir jî gerek her keç û jina Êzidî YJŞ’ê ji xwe re mînak bigire û berê xwe bidin nava refên wan.

Wê parastina jina Êzidî ew lîstoka ku bi serê jina Êzidî de hatî meşandin  têk bibe û nehêle ku careke din jina Êzidî were qetil kirin û dîl bikeve destê dijminan de,dema  gel ji aliye hindek kes yan jî hêzan ve were parastin wê demê wê rewşa wî gelî wek ya gelê Êzidî û 2014’an be ku çawa hêzeka ku bi 12 hezar eskerên xwe nedikarî gelekî bi parêze û 12 kesan ew gel parast gerek ev mînak li ber çavê her kesî be, ger hêza gel ne ji gel be wê demê tu wata parastine wî gelî jî  nîne wê ew gel rojana rû bi rûyê fermanan were.

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo YJŞ'ê tê çi wateyê?

Em wek jinên Êzidî û bi taybet YJŞ’ê vê tecrîda li ser serokatî şermezar dikin. Bi rastî êdî ew dem derbas bû ku pêşî li fikir û ramanên Birêz Ocalan werin girtin. Ji ber ku li tevahiya cîhanê belav bûye. Tişta hişt ku niha em wek jinên Êzidî bibin xwedî îrade yek ji wan jî serokatî  bû. Ji ber ku di gel pirtûk û parêznameyên xwe de behs kiriye, 'civak azad nabe heta ku jin azad nebe'. Me jî wek jinên Êzidî ev yek ji xwe re esas girtiye û em li ser fikir û felsefeya Rêber Apo kar û xebata xwe didin meşandin. Erê rast e li ber çavê  cîhanê  serokatî di nava 4 dîwaran de ye lê divê her kes bizanibe ew di fikir û felsefeya xwe de azad e û fikir û felsefeya xwe di her dera cîhanê de belav kiriye û li ser wî fikir û ramanî bingeh hatine danîn. Wê demê divê her kes jî li wan fikir û ramanên rêberê xwe xwedî derbikeve û dest bi çalakiyan bike heta ku çalakiyên fedayî bin jî, ku Serok pê rizgar bibe. Bedel çi dibe bila bibe lê gerek mirov pêk bîne. Di roja me ya niha de erka  herî giran dikeve ser milê jina Êzidî azadkirina Rêber Apo ye. Ji ber ku di her dema ku pêwîst kir serokatî bi fikirê xwe li kêleka civaka Êzidî rawestiya û civaka Êzidî bi fikir û ramanên wî ji qirkirinek dîrokê hat xilas kirin û nehişt ku armanca dijmin ji wê fermana ku hatî ser gelê me pêk were.