Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Li Berlîn û Dûîsbûrgê şehîd hatin bibîranîn

Li Elmanyayê li Berlîn û Dûîsbûrgê şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn.

BERLÎN

Li Elmanyayê li Berlînê şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn û ji 100’î zêdetir kes beşdar bûn.

Di bibîranînan de dayîkên şehîdan Şemsê Kiliç û Gozê Çalkan axivîn.

Piştre jî çalakvana TJK-E’yê Nûpel Mûnzûr axivî û got, “Ji nav şehîdên meha Cotmehê, divê Bêrîtan baş were fêmkirin. Heke xeta Bêrîtanê bihata fêmkirin wê teslîmîyeta ku li ser Başûrê Kurdistanê tê ferzkirin ew ê pêk nehata. Di xeta Bêrîtanê de teslîmbûn tune.”

DÛÎSBÛRG

Li bajarê Dûîsbûrgê jî şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn.

Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk a Dûîsbûrgê di şexsê Şehîd Bêrîtan de, şehîdên meha Cotmehê bi bîr anî û 100 kes beşdarî bibîranînê bûn.

Di bibîranînê de nûnerên KOMAW’ê, YJ-E û KCDK-E’yê axivîn û sînevîzyonek hate pêşkêşkirin.