'Bêrîtanbûn; hêza rizgariyê ya civak, jinan û welat e'

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-Starê di şexsê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) de şehîdên meha Cotmehê bi bîr anî.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-Starê di şexsê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) de şehîdên meha Cotmehê bi daxuyaniyeke nivîskî bi bîr anî.

Daxuyaniya YJA-STAR’ê wisa ye:

"Di têkoşîna me ya azadiyê ya jinan de 25’ê Cotmehê xeta artêşbûn û fermandariya me temsîl dike. Mîrateya hevrê Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) û şehîdên me yên meha Cotmehê Azîme, Meryem, Gûrbetellî Ersoz, Canda Turk, Hêlîn Çerkez, Ronahî Alman îro bi bîranîna hevalên Nalîn Mûş, Hêlîn Mûrat, Jînda Ozgur, Devrîm Amed, Nûjîn Artos, Têkoşîn Amed, Gulnaz Ege bilindtir dibe. Di şexsê rêheval Bêrîtanê de em şehîdên meha Cotmehê û hemû şehîdên xwe yên şoreşê bi rêz bi bîr tînin. Li ser xeta azadiya jinan a sedsala 21’an û li ser esasê bidestxistina azadiya Rêbertiya me, gel û hemû mirovayetiyê em soza xwe ya rizgariyê nû dikin.

Hevrê Bêrîtan derxistiye holê ku bi têkoşîna azadiyê ya ku Rêber Apo ava kiriye, jina Kurd aliyê xwe yê berxwedêr dikare nîşan bide. Hevrê Bêrîtan bûye sembola heqîqeta rêxistîbûn, azadî û fermandariyê. Hevrê Bêrîtan li dijî her cure paşverûtî, mêtinkarî, êrîşên faşîst, hêzên îxanetkar bûye fermana serketin û rizgariyê. Xeta Bêrîtanbûnê ya ku jinên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi berxwedana xwe derdixin holê, bandora xwe li ser herêm û cîhanê dike. Dost û dijmin hemû bûne şahidên vê rastiya berxwedana Bêrîtanî.

Li ser vê vî esasî em li jêr fermandariya hevrê Bêrîtanê, li ser esasê bidestxistina azadiya Rêbertiyê, gelê me û hemû jinan, soza xwe ya girêdayîbûna bi şehîdan dubare dikin."