Jinên HDP'yî: Tecrîd rê li ber komkujî û kaosê vedike

Meclîsa Jinan a HDP'ê diyar kir, ku tecrîda li ser Ocalan rê li ber komkujî û kaosê vedike û ji her kesî xwest, ku li ber tecrîdê rabin.

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, Ocalan ev 18 sal in li sîstema Îmraliyê, ku bi polîtîkayeke taybet û derveyî mirovahiyê tê birêvebirin di nava tecrîdeke giran de tê girtin û bal hat kişandin ser nûçeyên vê dawiyê yên li ser tenduristî û ewlekariya wî di medya civakî de hatin weşandin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku şidandina tecrîdê û dijwarkirina şer û kaosê, her wiha zêdebûna êrîşên li dijî jinan, di heman demê de pêk hatine û hat gotin, ev yek tesadûfî nîne.

Jinên HDP'yî diyar kirin, sîstema tecrîda Îmraliyê ya yek kesî ku di şexsê Ocalan de tê meşandin, parçeyek ji wê sîstemê ye ku hewl tê dayin li ser gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê bê ferzkirin.

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, ku bi şidandina tecrîdê ya du sal û nîvên dawî re, neçareserî, şîdet û kaos li ser gelên Tirkiyeyê tê ferzkirin.

Meclîsa Jinan da zanîn, ku zelalkirina rewşa ewlekarî û tenduristiya Ocalan ku aktorekî girîng ê hêza çareseriyê ya siyaseta demokratîk e, bi daxuyaniya dozgerekî nabe û xwest, malbat, parêzer û heyeteke siyasî tavilê biçin Îmraliyê û rewşa Ocalan yekser ji wî hîn bibin.

Di daxuyaniyê de bang li hikumetê hate kirin ku tecrîda li ser Ocalan derhal rake û dest ji israra xwe ya neçareseriyê berde.

Meclîsa Jinan a HDP'ê bang li hemû rêxistinên civakî yên sivîl, jinan û raya giştî kir, ku ji bo rakirina sîstema tecrîdê bi berpirsyariya xwe rabin û nerazîbûnê nîşan bidin.