PAJK: Ewlekarî û tenduristiya Rêberê me stratejîk e

Koordînasyona PAJK'ê li ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocaland axuyaniyek weşand û got, "Ewlekarî, jiyan û tenduristiya Rêberê me ewçend stratejîk e, ku nabe li ser vê yekê polîtîka bê kirin."

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) daxuayniyeke nivîskî weşand û got, "Ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve bi ti awayî hevdîtin bi Rêberê me re nayê kirin û hemû mafên wî yên qanûnî û rewa hatine astengkirin. Rewşa heyî sedema fikar û gumanan e. Ji jiyan, tenduristî û ewlekariya Rêberê me, dewleta Tirk û berpirsyarên sîstema Îmraliyê dewletên Yekîtiya Ewropa û saziyên navneteweyî berpirsyar in ku CPT serkêşiya van dike. Ewlekarî, jiyan û tenduristiya Rêberê me ewçend stratejîk e, ku nabe li ser vê yekê polîtîka bê kirin. Em bang li sazî û heyetên pêwendîdar dikin, ku ji bo tevgera me, gelê me û raya giştî bi awayekî fermî agahiyê bigirin, tavilê bikevin nava liv û tevgerê.

Em, polîtîka û daxuyaniyên rayedarên hikumeta AKP'ê, rayedarên DYA û hêzên global ên hegemonîk ên li ser mijarê bi tundî şermezar dikin. Sefaretxaneya Bilind a DYA ya li Tirkiyeyê der barê Rêberê me de daxuyaniyeke bêhurmet, zêdegavî, bêaqil û bêsparte kiriye. Divê lêborînê ji gelê Kurd bixwaze. Rêber, nîşaneya îradeya têkoşîn, danhevî û hişê civakî yê dîrokî yê gelan e.

Têkoşîna ku Rêberê me ev çil sal in bi rengekî bê navber dimeşîne, têkoşîna li dijî komploya li hemberî gelan e. Bi komploya navneteweyî ya 99'an re yekser êrîş li Rêberê me hate kirin û bi vî awayî hewl hate dayin ku dest li rêveçûna dîrokê bê werdan. Têkoşîn û pêşketinên partiya me rê li ber vekirin, ji nava sînorên Kurdistanê derketine û îro li gelemperiya Rojhilata Navîn belav bûne. Bi têkoşîna Rêberê me re di pêşengaiy gel û jinên Kurd de, azadî li Rojhilata Navîn hilatiye. Weke îrade û hêza azadî û demokratîk a pêşneg, dînamîka bingehîn a guherînê ye. Pêşketinên ku tevgera me û gelê me yê li dora vê xetê li Kurdistan û Rojhilata Navîn afirandine, dîrokî ne. Hêzên serdest ên nikarin xwe li vê rabigirin, rojane ji aliyê leşkerî û siyasî ve bi her awayî êrîş dikin û gefan dixwin. Di vê asta dîrokî de, polîtîkayên qirêj ên hêzên komploger ên li dijî Rêberê me, hewldanên ji bo pêşîgirtina demokratîk a gelên Rojhilata Navîn e ku ji bo avakirin û parastina jiyana demokratîk û azad têdikoşin. Êrîşa li dijî Rêberê neteweya demokratîk, êrîşa li dijî gel û jinên Rojhilata Navîn e.

Gel û tevgera me, hêzên komploger û komploya navneteweyî baş dinasin. Ji sala 1999'an û vir ve têkoşîna li dijî esareta Îmraliyê û komployê, sedema jiyan, têkoşîn û şerê me ye. Hêzên ku dixwazin komployê bi rê û rêbazên cuda bibin serî, niha li ser kar in. Hem bi hêzên leşkerî yên fermî yên dewletan, hem jî bi organîzasyonên kontra, kompleks ên nerewa, komkujî tê ferzkirin. Bi rêya çeteyên bi navê DAIŞ, pêşmergeyên Roj û Heşdî Şabî, hewl didin çanda qedîm a Rojhilata Navîn ji holê rakin, mirovan ji ser xaka xwe ya qedîm koçber bikin û bi şer û destavêtinê teslîm bigirin. Dem ew dem e ku li dijî van dijminên gelan, têkoşîna hevpar li her cihî bi xurtî bê kirin.

Lewma dem an jî cihekî diyarkirî yê hesabpirsîna ji komployê nîne. Hesabpirsîna ji hêzên faşîst ên ku polîtîkayên qirkirin û tinekirinê di şexsê Rêberê me de li ser gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn ferz dikin, hesabpirsîna ji komployê ye. Li her herêmên Kurdistanê, li her bajaran û li derveyî welat, bi rengekî bê sînor divê em li hemberî hêzên komploger helwesta xwe ya radîkal nîşan bidin û di asta herî bilind de çalakiyan bikin. Geşkirina berxwedana ciavkî li her cihî, wê bibe bersiva herî mezin a li êrîşên hikumeta AKP'ê ya faşîst. Di heman demê de divê dewlet û saziyên Yekîtiya Ewropayê jî tavilê bi erk û berpirsyariya xwe rabin.

Helwesta gelê me, dost û hêzên demokrasiyê ku her der veguherandiye qada çalakiyê, li dijî hêzên ku faşîzm û tarîtiyê li ser jiyan û paşeroja gelê me ferz dikin, xwedîderketina li ronahî, demokrasî û azadiyê ye. Li ser vê bingehê, çalakiyên gelê me yê li Kurdistanê, çalakiyên gelên me yên Ereb û Suryanî li Sûriyeyê hêja ne û girîng e heta azadiya Rêberê me têkoşînê mezintir bikin. Sekna me ya jiyanê ye ku bi şiyara 'Sonda me ye; em ê sîstema Îmraliyê parçe bikin, Rêberê xwe azad bikin' a KJK'ê da deswtpêkirin, bi ruhê Apoyî li dora Rêberê xwe bibin xelek. Felsefeya 'jiyanek bê Rêbertî ti carî nabe' helwest û hişmendiya azadiyê ya me jinan e. Sekna xwedî îrade ya gelên Rojhilata Navîn e. Nerazîbûna ku gelê Kurdistanê, gel, jin û ciwanên Rojhilata Navîn li her cihî nîşan dane, wê hê bi xurtî heta encam jê bê girtin, bidome. Lewma, bi taybetî jin û ciwan, divê ker kes li her cihî bi rengekî bê navber pêvajoya çalakiyan mezin bikin û bidomînin. Jin û ciwanên Kurdistanê wê di pêvajoyeke bi vî rengî de bi erk û wezîfeya xwe ya pêşengiyê rabin û rêveçûna pêvajoyê diyar bikin. Mîna duh, îro jî gelê me baş zane ku pêşîgirtina li komployê bi pêkanîna azadiya Rêberê me dibe. Bi vê hişmendiyê wê li dora Rêbertî bicivin û di asteke bilind de bi berpirsyarî û wezîfeyên xwe rabe."