Jin nexşerêya xwe diyar dikin

Jinên ku hemû mafên wan ji aliyê qeyûm ve hatine desteserkirin, nexşerêya xwe ya ji bo serdema nû diyar dikin. Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Besîme Konca got, wê pêşî li hemû êrîşan bigirin.

Di çarçoveya kampanya 'Bi vî rengî nameşe, jin destûrê nadin' de, ku jinên DBP û HDP'yî bi rê ve dibin, komxebata bi navê 'Rêveberiyên herêmî, jin û qeyûm' hate lidarxistin. Komxebata jinan li Amedê pêk hat û hevşaredarên ji wezîfeyê hatine girtin, nûnerên saziyên jinan, rêxistinên civakî yên sivîl û nûnerên partiyên siyasî tevlî bûn. Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Besîme Konca li ser rojeva xwe ji me re axivî.

Konca bi bîr xist, ku wan dest bi kampanya 'Bi vî rengî nameşe, jin destûrê nadin' kirine û anî ziman, tevgera jinê wê destûrê nede ku destketiyên têkoşîna bi salan, ji aliyê AKP'ê ve bi bahaneya darbeyê ji destê wan bên girtin.

Konca anî ziman, ku wan li ser bingeha "Qeyûm wê winda bike, şaredariya jinê wê bi ser bikeve" dest bi pêvajoyeke komxebatê kirine û ev pêvajo li yekemîn salvegera girtina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak, Firat Anli û destpêkirina darbeya siyasî ya li dijî HDP'ê rast anîne.

Konca diyar kir, zextên li ser Şaredariyên DBP'yî û HDP'ê, weke parçeyek ji stratejiya nayê guhertin a polîtîkaya dewletê gihîştiye roja îro û destnîşan kir, ku bi şidandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê yekser êrîş li destketiyên Kurdan hatiye kirin.

Konca ragihand, ku ji ber vê yekê darbe li DBP û HDP'ê hatiye kirin û got, li dijî tevgera siyasî ya Kurd êrîşeke topyekûn heye.

NEXŞERÊ TÊ DIYARKIRIN

Besîme Konca da xuyakirin, ku bi rewakirina êrîşên li dijî siyaseta Kurd re hewl tê dayin faşîzm li nava tevahiya civakê bê belavkirin û li ser komxebatên ku wan li dijî Rewşa Awarte û şîdeta dewletê dane destpêkirin ev agahî da:

"Li dijî feraseta ku me ber bi paş ve dehf dide, hewl dide me li malê heps bike, li girtîgehan dîl bigire, kolanan li me qedexe bike û bi hinceta biryarnameyan kolanan radestî polîsan bike, me bi dirûşma 'bi vî rengî nameşe, jin destûrê nadin vê' dest bi lidarxistin komxebatan kirin. Hem êrîşên bi destê qeyûm li dijî DBP'ê, hem jî hewldana darbeya siyasî ya 4'ê Mijdarê, bi wesîleya salvegera yekemîn a êrîşên li dijî HDP'ê, em 3 salên dawî nîqaş dikin. Bi nirxandina êrîşên topyekûn ên li dijî me, ji bo parastina destketiyên bi berdêlên giran hatine bidestxistin û pêşîgirtina li polîtîkayên dîlgirtinê yên qeyûm, em jin li hev dicivin. Em paşxaneya dîrokî ya van êrîşên polîtîk û îdeolojîk nîqaş dikin û plansaziya çalakiyên li dijî vê zelal dikin."

'TECRÎD ŞER GIRAN DIKE'

Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Besîme Konca bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kir, ku spekulasyonên li ser rewşa Ocalan tên afirandin, ji bo şikandina berxwedan û têkoşîna hêzên demokrasiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd e.

Konca destnîşan kir, ku hewl tê dayin rewşa Ocalan weke gefekê li dijî berxwedana li Rojava, Şengal û Başûrê Kurdistanê bê bikaranîn û got, "Li hemberî vîna gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê, hewl tê dayin ku darbe rewa bê nîşandan."

Konca bal kişand ser keda Ocalan ji bo aştî û demokrasiya li Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd û got, "Ji bo hêvî neafire, bi gefên giran şer û alozî li ser hêzên demokrasiyê û gelê Kurd tê ferzkirin. Girîng e raya giştî ya Tirkiyeyê der barê vê mijarê de hişyar be. Çawa ku me bi xweşbînî pêşwazî li pêvajoya çareseriyê kir, divê li ser rewşa ewlekarî û tenduristiya Birêz Ocalan jî, ji bo wergirtina agahiyeke rast, divê raya giştî hişyar be û bi berpirsyarî tevbigere. Bi navê HDP'ê em banga xwe ya di vî warî de dubare dikin. Heta ku di vê mijarê de encamekê bi dest bixin, em ê xebatên xwe bidomînin."