Serketina Reqayê ji bo jinên li Rojhilata Navîn serdemeke nû ye
Yek ji armancên bingehîn ên DAIŞ'ê, ku bi sala 2014'an re li Rojhilata Navîn xwe nîşan da, têkbirina azadiya jinê bû.
Yek ji armancên bingehîn ên DAIŞ'ê, ku bi sala 2014'an re li Rojhilata Navîn xwe nîşan da, têkbirina azadiya jinê bû.
Bi taybetî, li ruhê ku bi pêşengiya jinên Kurd li Rojhilata Navîn ji aliyê tevgera me ya azadiyê hate afirandin ve êrîş hate kirin û hewl hate dayin bê qelskirin. Dîlgirtina jinên li Şengalê û firotina wan, ji aliyê esasî ve peyamek bû ku ji gel û jinên Kurd re hate dayin.
Zilma ku jinên Êzidî di sala 2014'an de dîtin, rûyê rastî yê mirovahiya sedsala 21'an raxist pêş çavna. Lewma bi nirxandina bûyerên li Rojhilata Navîn re rastiya sedsala 21'ê dikar bê fêhmkirin. Ji aliyekî ve hewldanên sîstema bi serdestiya mêr ên ji bo kolekirina jin û gelan û li aliyekî jî berxwedaneke bêhempa ya hêzên demokrasî û azadiyê.
Lewma serketina pêngava Reqayê di nava 4 mehan de, ji bo jin û gelên li Rojhilata Navîn xwedî wateyeke dîrokî ye. Reqa navenda DAIŞ'ê bû, ku rûyê herî gemarî yıê faşîzmê û mêrê serdest bû. Reqa veguherandibûn navendekê, ku di salên dawî de planên herî qirêj ên li dijî gel û jinên li Rojhilata Navîn lê dihatin amadekirin. Weke ku tê zanîn, bi sedan jinên Êzidî li meydana Reqayê hatin firotin û kolekirin. Di şexê jinên Êzidî de xwestin peyamek bê eman a kolekirinê bidin gelê Kurd. Berxwedana li Şengal, Kobanê, Helebê û tevahiya herêmê bi pêşengiya nêrînên azad ên Rêber Apo hate nîşandan, bû navê rabûna li ber koledarî, bê nasnametî û bê welatiyê. Di heman demê de bi pêngava Reqayê de gelên Sûriyeyê, gelên Rojhilata Navîn jinan li ser bingeha azadî û wekheviyê biryardarî û îradeya jiyana bi hev re nîşan dan. Li ser bingeha azadkirina jinê, jiyaneke civakî ji nû ve ava dibe.
Lewma em rizgarkirina Reqayê bi destê QSD, YPG, YPJ û YJŞ'ê pîroz dikin. Em hemû şervanên azadiyê yên Kurd, Ereb, Tirk, Suryanî û ji gelek deverên cîhanê tevlî vê pêngavê bûn û şehîd bûn, bi minetdariyeke mezin û bi rêzdarî bi bîr tînin. Em hemû şervanên azadiyê yên bi daxwaza azadiyê tevlî vê berxwedana mezin a pêngava Reqayê bûn, ji dil silav dikin û pîroz dikin.
Jinên Kurd bi pêşengiya xwe ya li pêngava Reqayê re careke din nîşan dan ku daxwaza wan a azadiyê û îdîaya afirandina jiyaneke nû, kûr û mezin e. Şoreşa Rojava şoreşeke jinê ye. Avakirina Federasyona Bakurê Sûriyeyê, pêkhatina hevgirtina azad a gelan, wê bi pêşengiya jinan li ser xeta me ya azadiya jinê pêk were.
Jinan li dijî DAIŞ'ê, ku rûyê herî hov ê mêrantiya serdest e, li Rojava, Şengalê, Kobanê, Helebê, Minbicê bi lehengiyeke mezin li ber xwe dan. Jinan pêşengî ji pêngava Reqayê re kirin. Tola jinên Êzidî yên dîl hatin girtin, bi pêngava Reqayê re hate hilanîn.
Jinên li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê, di şexsê jinên Kurd de di rêya azadiyê de bi îdîa û biryardariyeke mezin dimeşin. Di dîrokê de hatiye dîtin, ku jin û gelan dema hêza xwe ya xweparastinê ji dest dan, winda kirine. Jin herî zêde ji artêşê, siyasetê û aboriyê hatine vegirtin, li malê hatine hepskirin, ji derfetên xweparastinê bêpar hatine hiştin û bi vî rengî hatine qelskirin. Niha jî bi pêşengiya rêbaza jiyanê û nêrînên Rêber Apo, jinên Kurd xwe ji nû ve diafirînin. Jinên Kurd li her qada jiyanê bi rista pêşengiyê radibin û coş û kêfxweşiya ji nû ve jiyanê dijîn. YPJ, pêşengiya xweparastina jinên li Rojhilata Navîn bi lehengî û wêrekiyeke mezin dike. Bi ruhê fedayî yê Arîn Mîrkan re xeta azadiya jinê li Rojhilata Navîn gelekî bi pêş ketiye. Bi jinên azad û berxwedêr re wê li Rojhilata navîn jiyaneke demokratîk, azadîparêz û ekolojîk ava bibe. Bi kûrbûna li ser xeta me ya azadiya jinê re, bi xwebûnê re em dikarin bi ser bikevin.
Bi berxwedana xweparastinê ya di pêngava Reqayê de bi pêşengiya YPJ'ê hate kirin, ji bo jinên li Rojhilata navîn bû pêngaveke mezin a azadiyê. Bêguman ev yek ji bo jinên li Rojhilata Navîn serdemeke nû ye. Lezandina meşa azadiyê ya jinan e. Li ser vê bingehê em careke din serketina pêngava Reqayê bi coş û bi serbilindî pîroz dikin. Serketinê dixwazin...