TJK-E: Gef li mafê me yê jiyanê tê xwarin

TJK-E ji bo çalakiyên li dijî gefên li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kirin, banga tevlîbûnê kir.

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), ji bo çalakiya rûniştinê ya bê dem a 23'ê Cotmehê ya li ber avahiyên CPT û Konseya Ewropayê yên li Strasboûrgê, banga tevlîbûnê kir.

Di daxuyaniya TJK-E de hat destnîşankirin, bi serketina Reqayê re asta ku jinên gihaştiye careke din hatiye nîşandan û diyar kir, ku ew deyndarê Ocalan in.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Çawa ku em berê bûn xelekek ji agir li dora Rêberê xwe, helwesta me ya li hemberî vê êrîşa li dijî mafê me yê jiyanê jî wê neguhere. Heta ku agahiyê ji Rêberê xwe bigirin, em ê çalakiyên xwe roj bi roj z3ede bikin.

Cihê me yê berxwedanê, wê ji 23'ê Cotmehê û pê ve pêşiya Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê be. Stasboûrg wê ji 23'ê Cotmehê û pê ve bi tilîlî, dirûşm û rengê jinên Kurd bixemile. Yên ku fêhm nakin, naxwazin fêhm bikin ku vîna gelê Kurd û Rêber Apo yek e, wê careke din bibînin ku xwe dixapînin.

Dem hatiye ku em bersiva keda ku Rêberê me daye me, bidin. Em zanin ku berî her kesî wê jin xwedî li Rêber Apo derkevin Jinên Kurd ên lİ Ewropayê dijîn wê pêşengiyê ji çalakiya li Strasboûrgê re bikin.

Em tevlî çalakiya 23'ê Cotmehê ya li Strasboûrgê bibin. Em bi îradeya jinê, tecrîda ku gefê li Rêberê me dixwe, bişikînin. Em biryardariya berxwedan û têkoşînê ya jinên Kurd nîşanî cîhanê bidin."