Li Essenê şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn

Li bajarê Elmanya Essenê şehîdên meha Cotmehê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Merasîma bibîranînê ya ji aliyê Meclîsa Jinên Şengal a Şehîd Bêrîvan ve hatî lidarxistin, bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Di axaftinan de hate gotin girêdanbûyîna bi têkoşîna azadiyê ya Berîtan karekterê wê yê pêşeng û  berpisyartiya ku dayî ser milên xwe hêz daye hemû gerîlayan.

Her wiha hate gotin ku ji bo mezinbûna tevgerê û artêşbûyînê Bêrîtan fedakariyek mezin kiriye û sînevîzyona ku ji bo şehîdên Cotmehê hatî amadekirin, hate temaşekirin.

Di bibîranînê de xebatkarê çanda Rojava helbestvan Îsmaîl Hesen jî hate bibîranîn.

Merasîma bibîranînê bi dirûşemeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.