YJK-E ji bo Ocalan bang kir

Yekîtiya Jinên Kurd li Elmanyayê (YJK-E) bang kir, ku heta fikar û gumanên li ser tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çareser bibin, divê bi rengekî bê navber çalakî bên kirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya YJK-E de wiha hate gotin:

"Dewleta Tirk a faşîst ku nikare xwe li destketiyên gelê Kurd rabigire, roj bi roj êrîşên xwe giran dike. Di salvegera komploya navneteweyî de gelê me yê li Elmanyayê careke din dilsoziya xwe ya bi Rêberê xwe re nîşan daye. Li Elmanya û welatên din ên Ewropayê bi çalakî û xwepêşandanan, komploya navneteweyî careke din mehkûm kirin.

Li gel tecrîda giran a li ser Rêberê me, nûçeyên li ser ewlekarî û jiyana Rêberê me û daxuyaniyên kêm ên di vî warî de tên dayin, gelê me bi taybetî jinên Kurd xistine nava tirs û fikaran.

Raya giştî ya cîhanê baş zane, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd tê çi wateyê. Ji rewşeke neyînî ya têkildarî ewlekarî û tenduristiya Rêberê me, wê Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan, dewleta Tirk a faşîst, hêzên siyasî û dewletên rol di nava komploya navneteweyî de girtine, berpirsyar bin.

Em careke din bang li Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) dikin, ku bi erk û berpirsyariyên xwe rabin.

BANGA JI BO LIDARXISTINA ÇALAKIYAN

Di serî de jinên Kurd ên li Elmanyayê, em bang li tevahiya gelê xwe, raya giştî ya şoreşger û demokrat û dostên xwe dikin, ku heta malbat û parêzerên Rêberê me agahiyekê jê bigirin, bi şev û roj bi awayekî bê navber çalakiyan li dar bixin."